Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'

Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'

.

A+A-

Amedspor di maça xwe ya dawî de bi Menemen Belediyesporê re 0-0 ma û bû şampiyon.

Tîma kesk û sor Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze, pêşbirka xwe ya dawiyê li mala xwe bi Menemensporê re kir.

Ne Amedspor û ne jî ne Menemenspor ji ya xwe nehatin xwarê.

Dewreya yekemîn 0-0 bi dawî bû.

Di dewreya duyemîn de jî dengê golê ji stadyuma Amedê nehat û pêşbirk 0-0 berambere bi dawî bû.

Vê encamê têra Amedsporê kir û Amedspor bi 81 pûanan bû şampiyon.

Piştî pêşbirk bi dawî bû, alîgiran xwe ji tirîbûnan berda nava sehayê û dest bi pîrozbahiyan kir.

Li ser zimanê hemû alîgiran peyva hevpar “Şampiyon Amedspor”.

“Îro cejna me Kurdan e”

Amîgoyê Amedsporê Mezher Tekçî got, “Îro êz dê peyveke tenê bibêjim. Îro cejna me Kurdan e.”

Alîgireke Amedê wiha anî ziman, “Pir kêfxweş im, nayê gotin ancax mirov hîs bike.

Bijî berxwedana Amedê, bijî berxwedana Amedsporê.”

Alîgirekî Amedsporê jî diyar kir, “Bi îzin û qeweta xwedê em dê di Lîga 1em de çoşeke xweştir bibînin.

Daxwaziya me ev e. Şampiyon Amedspor.”

Amedspor her çiqas tîma Amedê jî be bi milyonan Kurd xwe lê digrin û alîgiriya wê dikin.

Nav û dengê Amedsporê ji tîma bajarekî zêdetir wekî tîmeke hevpar a neteweyî derdikeve pêş.

Dayikek jî hestên xwe bi vî rengî anî ziman, “Kêfa me pir tê. Serkeftin serkeftina Kurdan.”

“Amedspor tenê ne tîmeke futbolê yê”

Alîgirekî din jî got, “Amedspor tenê ne tîmeke futbolê yê. Ev hestên gel in. Me ev heya dawiyê heq kiribû.”

“Bila her tim gelê Kurd bi ser bikeve”

Alîgireke Amedsporê wiha axivî, Ji kêfan re nizanim çi bibêjim. Serkeftin ji Amedsporê re.

Bila her tim wiha here, her tim gelê Kurd bi ser bikeve.”

Amedspor di heyama nû ya futbolê de dê di Lîga 1emîn a TFFyê de bilîze.

Ger di vê lîgê de jî bi ser bikeve îcar dê derbasî lîga herî profesyonel bibe û bi tîmên sereke Galatasaray û Fenerbahçeyê re rikaberiyê bike.

RUDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin