
AMED - Li ser berfê defîleya kincên bûkaniyê
.
Li Amedê şirketeke ku kincên bûkaniyê hildiberîne û difiroşe, koleksiyona xwe ya nû bi defîleyeke li ser berfê da naskirin.
Piştî barîna berfê ya zêde ku stûriya wê gihişt 38 santîmetreyî, li bajêr xebatên berfpaqijkirinê didomin lê berfê dîmenên rengîn jî derxistin holê.
Şirketa ku li Amedê kincên bûkaniyê hildiberîne, koleksiyona xwe ya nû ya kincên bûkaniyê li parkeke navçeya Kayapinarê bi defîleyekê nîşan da.
Di defîleyê de mankenan ji sêwirandinên nû 6 kincên spî yên bûkaniyê û 3 kincên sor ên nîşanê li ser berfê li xwe kirin û hinek perçeyên koleksiyona nû dan naskirin.
"Me koleksiyona xwe ya 2026an bi vî awayî da naskirin"
Xwediyê şirketê Mehmet Kaymak diyar kir ku ew demeke dirêj e di sektora modayê de dixebite û xwestiye bi projeyeke cuda beşdariyê di pîşeya xwe de bike.
Kaymak anî zimên ku wan li bajêr bêriya berfê kiribû û got:
"Min di zaroktiya xwe de berfeke wisa dîtibû, niha em ducare dibînin. Min xwest ez vê kêfxweşiyê bi defîleyekê tacîdar bikim.
Me koleksiyona xwe ya 2026an bi vî awayî da naskirin. Bajarê me bajarekî qedîm e.
Me berê li cihên dîrokî defîle çêkiribûn lê cara ewil e ku em li ser berfê çalakiyeke wisa dikin. Ev yek ji bo min cihê kêfxweşiyê ye."
"Tevî sermayê jî me kelecaneke ku hundirê me germ dike jiya"
Manken Sena Bucakê jî diyar kir ku ew ji ber barîna berfê kêfxweş in û got:
"Piştî salên dirêj li Amedê berfeke wisa zêde hate dîtin. Xelk vê berfê dinirxîne û li ber malên xwe wext derbas dike.
Me jî ev barîna berfê bi defîleyekê nirxand. Tevî sermayê jî me kelecaneke ku hundirê me germ dike jiya."
Manken Nalin Severê jî anî zimên ku ev çalakî ji bo wê bûye ezmûneke ku nayê jibîrkirin û got:
"Ez 20 salî me, min cara ewil e li Amedê berfeke wisa zêde dît. Ez spasiya Mehmet Kaymak dikim ku ev kêlî bi organîzasyoneke wisa xweşik tacîdar kir.
Di hewaya sar de defîle hinekî zehmet xuya dike lê mirov ji ber kelecanê sermayê hîs nake."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin