Amed ji gelek çivîkên curbicur re mazûvaniyê dike

Amed ji gelek çivîkên curbicur re mazûvaniyê dike

.

A+A-

 Bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ku li ser rêya koçê ya çivîkên koçber de ye di vê meha biharê de ji gelek çivîkên curbicur re mazûvaniyê dike.

Çivîkên ji Asya, Ewropa û Afrîkayê koç dikin hin rêyan bi kar tînin ku ji wan rêyan yek jî bajarê Amedê ye.

Di nav van teyrên koç dikin de baz, başok û yên curbicur hene ku ji wan hinek li devera Erxenî, Pîran û Gêlê tên dîtin.

Ew çivîk bi mişk, beq û bihûkan xwe têr dikin, hin caran jî ji ber dermanên ziraetê yên zeviyan jehrî dikevin.

Li Amedê bi hevkariya Wezareta Çandinî û Daristanan, Rêveberiya Giştî ya Parkên Neteweyî û Zanîngeha Dîcleyê bi navê Navenda Xwedîderketina Jiyana Kovî û Rehabilîtasyonê navendek hatiye avakirin ku li vir çivîkên birîndar û nexweş tên dermankirin.

Serokê Makezanista Jiyana Kovî û Ekolojiyê ya Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Alaaddîn Kaya ragihand ku newala Çemê Dîcleyê ji gelek çivîk û teyrên kovî re rêya koçê ye.

Alaaddîn Kaya got teyrên goştxwur û kuvî ji ber ku zêde diwestin birçî dibin û li ser Amedê disekinin, lê ji ber ku hejmara wan zêde ye û ref bi ref difirin hin caran mirov ditirsin, êrîşî wan dikin, lê ew zirarê nadin însanan.

Kaya diyar kir divê mirov ji wan netirsin û wiha axivî: "Divê em ji refên bazan netirsin, kêfxweş bin. Ji ber ku xwarinê dibînin û di ewlehiyê de ne tên li vir. Ev ji bo heywanekî koç dike tiştekî girîng e. Ev nîşan dide ku pergala ekolojiyê ya wê derê jî baş e. Her sal di heyama koçê de 40-50 teyrên jehrî ketine tên dîtin, îsal di nav 15 rojan de 25 çivîkên curbicur hatin dermankirin.”

 

Dermankirina teyrekê

Beyter Kasim Erturk ê li navendê dixebite jî got ji ber ku heyama koçê ye gelek teyrên birîndar û yên jehrî ketine tên dermankirin.

Erturk anî ziman ji bo parastina heywnanan ew li bajêr perwerdeyê didin û wiha axivî: "Em broşuran li cotkaran belav dikin, agahiyan didin wan. Rica me ji welatiyan ew e ku bila ji van heywanan netirsin, bila ji bîr nekin ku ew jî perçeyek siruştê ne. Dema heywanekî birîndar dîtin bila bînin Rêveberiya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Amedê."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin