Amanc Rehîm: Li Îraqê garantiya ti tiştî nîne

Amanc Rehîm: Li Îraqê garantiya ti tiştî nîne

.

A+A-

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Amanc Rehîm ragihand ku danûstendinên navbera Hewlêr û Bexdayê heta asteke baş in lê li Îraqê garantiya ti tiştî nîne û biryar her tim bi guhertineke siyasî ve girêdayî ye.

Sekreterê Encûmana Wezîran a Herêma Kurdistanê Dr. Amanc Rehîm bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Nûner Fatih pêşkêş dike.

Armanc Rehîm li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê, biryarên Dadgeha Federal a Îraqê, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê, projeyasaya petrolê û projeyasaya budceyê axivî.

Dr. Amanc Rehîm ragihand ku piştî Cejna Remezanê dê danûstendinên wan li gel Îraqî careke din dest pê bike û got:

“Eger Herêma Kurdistanê bixwaze şandina mûçeyan ji Bexdayê berdewam bike, wekî Dadgeha Federal jî biryar daye divê pabendiyên xwe li hemberî Bexdayê bicih bike.”

Dr. Amanc Rehîm da zanîn ku hikûmeta Îraq û Dadgeha Federal li hêviyê ne ku careke din pirsgirêk ji bo mûçegirên Herêma Kurdistanê durist nebe.

“Rêkeftineke daîmî çênebûye”

Rehîm amaje bi wê yekê jî kir ku danûstandin navbera Hewlêr û Bexdayê bi mehan e berdewam dikin lê heta niha ti rêkeftineke daîmî çênebûye û got:

“Dadgeha Federalî ya Îraqê 21ê Sibata 2024an biryarek derbarê dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê bi rêya bankayan derxist û ev mijar xist çarçoveyeke yasayî.”

 “Ez jî bi gotina Nêçîrvan Barzanî re me”

Di beşekî din ê axaftina xwe de jî Dr. Amanc Rehîm behsa serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê kir û got:

“Ez jî bi gotina birêz Nêçîrvan Barzanî ya ‘êdî nabe mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bibe nûçe’ re me ku ew mafekî aborî, yasayî û asayî yê her mûçegirekê ye. “

Derbarê biryarên ji aliyê Bexdayê tên dayîn jî Dr. Amanc Rehîm got:

“Bi rastî li Îraqê garantî li ser biryaran ne pir hêsan e, biryar her tim bi guhertineke siyasî ve girêdayî ye.

Lê belê ez wekî endamekî şanda danûstandinan dikarim bibêjim ku hinek garantî hene.

Garantîkirina çend biryarên Dadgeha Federalî hene.

Her çend li Herêma Kurdistanê têbînî li ser Dadgeha Federalî bi xwe jî hene lê ji bo Îraqê biryara Dadgeha Federalî, erkdariyê ji bo hemû desthilatan çêdike.”

“Çareserî li Bexdayê ye”

Li ser çareserkirina pirsgirêkan jî Amanc Rehîm wiha got:

“Niha hemû alî gihiştine wê baweriyê ku çareseriya pirsgirêkên me li Bexdayê ye.

Derket holê ku eger bi rastî pêwendiyên li se hevsengiyeke destûrê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebin ev pirsgirêk gelekî aloz nînin û dikarin werin çareserkirin.

Beriya her tiştî jî babeta mûçegirên Herêma Kurdistanê.

Niha pêwendî heye di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê de.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyan bi berdewamî diçe Bexdayê.

Em dikarin bêjin, ew pêwenndî garantî ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybetî jî pirsgirêka mûçeyan.”
RUDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin