Almanya ji bo ku Patriotan bişîne Ukraynayê ji Amerîkayê garantiyê dixwaze

Almanya ji bo ku Patriotan bişîne Ukraynayê ji Amerîkayê garantiyê dixwaze

.

A+A-

 Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ragihand ku welatê wî pêdivî bi garantiya Amerîkayê heye eger du sîstemên xwe yên Patriotê bişîne Ukraynayê û di demeke kurt de şûna wan tije bike.

Boris Pistorius ji medyaya Almanyayê re got ku pêdiviya endamên Ewropî yên NATOyê bi garantiyên xurt heye ku her sîstemeke parastina asmanî ya Patriotê ku ji Ukraynayê re tê şandin, di nava 6 heta 8 mehan de cihê wê were tijîkirin.

Hefteya borî, Serokê Amerîkayê Donald Trump li gel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, rêkeftinek ragihandibû ku li gorî wê endamên Ewropî yên hevpeymaniyê dê çekên Amerîkî, bi taybetî jî sîstemên Patriotê ji Kievê re bikirin.

Ev pêngav di siyaseta Trump de wekî werçerxanekê hat dîtin ku ev yek piştî wê yekê hat ku hewlên wî yên ji bo rawestandina şer bi ser neketibûn.

Almanyayê pêşniyar kiriye ku pereyê du sîsteman dabîn bike, her wiha çend hevpeymanên din ên NATOyê jî amadehiya xwe ji bo dabînkirina sê sîstemên din nîşan daye.

"Pêşî bişînin paşê li bendê bendê bisekinin"

Lê belê nîgeranî zêde bûne, ji ber ku Washington dixwaze ku hevpeymanên Ewropî pêşî sîstemên Patriotê yên di depoyên xwe de ji Ukraynayê re bişînin û piştre li benda cîgirên wan ji aliyê Amerîkayê ve bisekinin.

Pistorius dibêje, girîng e "ew welatên ku sîsteman dişînin, karibin pabendiyên xwe yên li hemberî NATOyê bi cih bînin û ti valahiyeke ewlehiyê ji bo NATOyê çênebe."

Welatên wekî Norwec, Swêd û Holendayê amadehiya xwe ji bo dabînkirina pereyên sîstemên Patriotê ragihandine.

Lê Pistorius got, "Ti biryar nehatiye dayîn ku kîjan welat dikare sîstemên Patriotê bide Ukraynayê."

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê her wiha amaje pê kir ku gotûbêj li ser wê yekê berdewam dikin ku "Kîjan welat niha Patriotên wan hene û bi çi qasî amade ne radest bikin?

Pistorius wiha pê de çû, "Pere ji bo van Patriotan heye. Niha tenê pêdiviya me bi Patriotan bi xwe heye."

Almanyayê berê xwedî 12 sîstemên Patriotê bû, lê sê ji wan şandine Ukraynayê û du jî şandine Polonyayê.

Her wiha yeke din jî ji bo rahênanê hatiye veqetandin, bi vê yekê şeş yekeyên çalak ên sîstemê di destê Almanyayê de mane.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin