Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe

Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe

.

A+A-

Civaka Kurd a Almanyayê li dijî daxwaza xîlafetê dê li bajarê Hamburgê yê Almanyayê xwepêşandanekê li dar bixe.

Şemiya borî grûpeke bi navê “Misilmanên Înteraktîf” a rêxistina qedexkirî ya Hizbût Tahrîrê (HuT) li bajarê Hamburgê ji bo xîlafetê xwepêşandanek li dar xist.  

Di mîtîngê de xwepêşanderan banga hilweşandina demokrasiyê kir û xîlafet wekî “çareseriyê” bi nav kir.

Ji ber vê yekê Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland/KGD) dê bi Komeleya Pira Çandê ya Hamburgê û Komeleya Îslamên Sekuler re ji bo nirxên azadî û demokrasiyê li dijî xîlafet, Îslamîzm û antîsemîtîzmê xwepêşandanekê li dar bixe.

Xwepêşandana Civaka Kurd a Almanyayê dê 4 Gulanê saet:13:00an li Qada Steindammê ya Hamburgê were lidarxistin.

Civaka Kurd a Almanyayê derbarê xwepêşandanê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Civaka Kurd bang kir ku “ji bo nirxên azadî û demokrasiyê li dijî xîlafet, Îslamîzm û antîsemîtîzmê” beşdarî xwepêşandanê bibin.

“Azadiya me ji aliyê rastgir û Îslamîstan ve tê tehdîdkirin”

Li aliyê din, Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Alî Ertan Toprak jî li ser daxwaza xîlafetê û xwepêşandana Civaka Kurd wiha got:

"Ev kolan ji bo Îslamîstan bûye qadeke germ. Ji ber vê yekê divê em li wir li dijî wê bisekinin.

Demeke dirêj e azadiya me ne tenê ji hêla rastgirên tundrew ve ji hêla Îslamîstan ve jî tê tehdîdkirin.

Nirxên me û destûra me ya bingehîn di bin êrişan de ne. Ev êriş li ser me hemûyan e!

Ji bo zarokên me bibin xwedî paşerojekê, em daxwaza bersiveke tund û zelal a siyasî dikin.”

“Pir xweş e Kurd ji kesên ku tirs û xofê belav dikin cuda ne”

Wekî dengekî Cihûyan çalakvan Malca Goldstein-Wolfê jî got:

"Pir xweş e Civaka Kurd wekî Misilman ji kesên ku li kolanên Almanyayê tirs û xofê belav dikin cuda ye.

Ez hêvî dikim ku her kes fem bike ku Îslamîzm tenê bandorê li Cihûyan nake.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin