Aliyên Kurdistanî: Heta niha komîsyonê bo pirsa kurd gavek neavêtiye

Aliyên Kurdistanî: Heta niha komîsyonê bo pirsa kurd gavek neavêtiye

.

A+A-

 Komîsyona Hevgirtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê ya ku bo pêvajoya nu di bin banê Parlementoya Tirkiyeyê de hatiye avakirin civîna xwe ya 6. Pêk tîne û derbarê performansa komîsyonê ya bo çareseriya pirsa kurd de aliyên kurdistanî dibêjin hebuna komîsyonê girîng û hêja ye lê komîsyonê hîn jî nekariye derbarê çareseriya pirsa kurd de gavek şênber biavêje û bi taybetî helwesta komîsyonê ya derbarê zimanê kurdî de buye sedem ku şik û guman serê kurdan de çêbibe.

Pêvajoya nû ya çareseriya pirsa kurd ku di cotmeha 2024an de dest pê kiribû bi avakirina Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê berdewam e û komîsyon jî civînên xwe didomîne. Derbarê helwest û xebatên komîsyonê yên bo çareseriya pirsa kurd de aliyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê dibêjin komîsyonê heta niha nekariye derbarê çareseriya pirsa kurd de gavek şênber biavêje û bi taybetî jî helwesta endamên komîsyonê ya derbarê rênedana zimanê kurdî de jî wek helwestek nebibandor tê şîrovekirin.

Cîgirê Sekreterê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd Abdulhay Okumuş ji K24ê re got: “Bi rastî Endamên Dem Partî yên komîsyonê de ne jî heta niha ti helwestek tund nîşan nedane ku pirsa kurdî pirsa herî giring e di pirsa kurd de. Hêviya civaka kurd her ku diçe ji komîsyonê qels dibe, divê pirsa kurd ji aliyê komîsyonê ve were rojevê.”

Partiyên Kurdistanî yên ku ji destpêka avakirina komîsyonê ve dixwestin komîsyonê de cih bigirin dibêjin heta niha komîsyonê nekariye li gorî hêvî û daxwazên civaka kurd tevbigere, siyasetmedarên kurd dibêjin divê komîsyon ji bikaranîna peyvên wek kurd û kurdî nereve.

Cîgirê Serokê HAK-PARê Hanîfî Eren dibêje: “Komîsyonê heta niha derbarê mafê çarenusa kurdan de gavek neavêtiye, komîsyon bi pirranî navbera dewlet û PKKê de dimeşe. Komîsyon dibêje ew bo Tirkiyeya bêteror dixebitin û bo desturek nu jî naxebitin.”

Partiyên Kurdistanî dibêjin eger demeke nêz de komîsyon gavek şênber neavêje dê ji aliyê civaka kurd ve wisa were famkirin ku komîsyon bo mijulkirin û demderbaskirinê hatiye avakirin û divê komîsyon demildest gavek şênber bavêje.”

 

K24 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin