Alina Romanowski: Hin welat dixwazin li Iraqê dewsa DYAyê bigrin

Alina Romanowski: Hin welat dixwazin li Iraqê dewsa DYAyê bigrin

.

A+A-

Balyoza Amerîkayê li Bexdayê Alina Romanowski got: "Em dizanin ku welatên din li deriyê Iraqê dixin û dixwazin li Iraqê şûna Amerîkayê bigrin, lê yek ji van welatan nikare geşepêdana Iraqê bîne û wek Amerîkayê bike."

Alina Romanowski di daxuyaniya xwe ya ji bo Rojnameya El Sabahê de bal kişand ser alîkariyên ku welatê wê ji Iraqê re kirine û wiha got: "Ji sala 2012an ve, wan 3.5 milyar dolar xerc kiriye ji bo avakirina şiyana hêzên ewlekarî, pêşkêşkirina baştirîn çekan ji Iraqê re, F-16 û tankên Abrams M1 û rahênana hêzên Iraqî jî di nav de"

Romanowskî diyar kir ku alîkariyên wan ne tenê di warê leşkerî de, di warên aborî, civakî, perwerdeyî û çandî de jî tên kirin û got, "Ji bo Iraqeke nûjen, bi îstîqrar, ewle, serwer û bextewar dixebitin."

Romanowskî bal kişande ser wê yekê ku Amerîka mezintirîn bexşkarê Iraqê ye û got: "Ajansa geşepêdana navdewletî ya Amerîkayê tenê di 25 salên borî de 11 milyar dolar ji bo pêşxistina saziyan li Iraqê xerc kiriye. Bi alîkariya Amerîkayê bi sedan proje hatin cîbicîkirin, ji bo hezar kesî kar hat vekirin, 150 dibistan, 25 navendên tenduristiyê û 130 projeyên avê hatin avakirin."

Alina Romanowski diyar kir ku wan ji sala 2014an ve 3.6 milyar dolar ji bo avakirina nexweşxane, ava vexwarinê, derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo penaberan xerc kirine û ji sala 2017ê ve jî 157 milyon dolar ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji bo zêdetir ji 12 milyon Iraqiyan xerc kirine û got “Bi hezaran Iraqî ji bernameyên me yên çandî û perwerdeyî sûd wergirtine. Di heyama 17 salên borî de zêdetirî 5 hezar ciwanên Iraqî çûne Amerîkayê û vegeriyane welatê xwe û di sala 2024an de jî wê 400 ciwan serdana Amerîkayê bikin.”

Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Romanowski got, “Balyozxaneya me ya li Bexdayê û ya li Hewlêrê her sal bi hezaran vîzeyê didin welatiyan. Şîrketên Amerîkî di çandinî, enerjî û derman de hevkarên baş in. Herwiha me alîkariya banka navendî û sektora bankî ya Iraqê jî kir.”

Romanowski got: "Em bi hev re dikarin têkiliyek mayînde ji bo nifşên paşerojê ava bikin û bi hev re xewnên ciwanên Iraqî pêk bînin."

“Welatên din jî li şûna Amerîkayê li deriyê Iraqê dixin, lê piştrast bin ku ti ji van welatan bi qasî Amerîka xizmeta Iraqê nekiriye. Yek ji van welatan nikare bextewariyê ji Iraqiyan re bîne, yek ji van welatan nikare Iraqê bi cîhana derve ve girêbide."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin