Alîkarî li koçberên ji Efrînê hat belavkirin

Alîkarî li koçberên ji Efrînê hat belavkirin

.

A+A-

Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê alîkarî li koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên li Hisîçayê belav kirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê doh bi hevkariya Beşa Kar û Barên Sivîl a Koalîsyonê alîkarî li koçberên Efrînê yên li Hisîçayê belav kirine.

Li gorî daxuyaniyê, alîkariyên ku ji hezar û 200 paketên xwarinê pêk tên, li koçberên li Seken Şebabiyê, Fileyên Sor, Taxa Eskerî yên Hisîçayê hatin belavkirin.

Li gorî amarên berdest hejmara koçberên ji Efrînê yên li Kantona Cizîrê nêzîkî 6 hezar malbatan e.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin