Alîkarî li 600 Efrîniyan hat belavkirin

Alîkarî li 600 Efrîniyan hat belavkirin

.

A+A-

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, Birêvebiriya Herêma Efrînê li 600 koçberên ku nû vegeriyane ser mal û milkên xwe alîkarî belav kir.

Navenda Ragihandinê ya Efrînê ya Birêvebiriya Herêma Efrînê ve ji Rûdawê re ragihand ku Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê bi hevkariya Rêxistina Tekaful El-Şamê alîkarî li wan malbatên Efrînî yên ku nû ji herêmên koçberiyê vegeriyane malên xwe yên resen, belav kiriye.

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Efrînê dane Rûdawê, ew alîkarî bi taybetî li koçberên Efrînê yên ku nû vegeriyane malên xwe hatine belavkirin û 600 kesî li gundên Birad, Kîmar, Kebaşîn û Tirindê sûd jê wergirtiye.

Di heman çarçoveyê de, Navenda Ragihandinê ya Efrînê ji Rûdawê re eşkere kir ku ev alîkarî ji kelûpelên paqijiyê, betanî û îsfencan pêk tên.

Heman navendê destnîşan kir ku armanca pêşkêşkirina wan alîkariyan piştgirîkirina aramiyê û sivikkirina barê jiyanê yê xelkê ye, bi taybetî jî koçberên ku nû vegeriyane.

Her wiha hat gotin ku ev pêngav di çarçoveya plana bersivdayînê de ye ji bo dabînkirina pêdiviyên malbatan û başkirina rewşa wan bêyî cudahî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin