Alan Kurdî li cihê ku xeniqî hat bi bîranîn

Alan Kurdî li cihê ku xeniqî hat bi bîranîn

Pênc  sal di ser mirina zarokê ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, Alan Kurdî yê 3 salî re derbas dibe û di pêncemînn salroja wê bûyerê de hunermend û piyanîst Karsu Donmez destegulek danî li cihê ku Alan Kurdî canê xwe ji dest dabû. Herwiha hunermen

A+A-

Alan Kurdî yê salî di Îlona sala 2015an de ligel dayîk û biryarekî xwe, dema ku dixwestin biçin Ewropayê, di nav deryayê de xeniqîbûn. Ji wê rûdanê tenê bavê Alan rizgar bibû..

Termê Alan Kurdî heman rojê li peravên Bodrumê û di demekê de ku li ser rû û singê xwe ketibû û pêlên avê li ser û rûyê wî diketin, hatibû dîtin û belavbûna dîmenê dîtina termê wî bi wê awayê dilşewat, dengvedanek mezin li cîhanê çê kir.

Her çiqas 5 sal di ser mirina Alan re derbas bûye jî lêbelê êş û kula ku li dûv xwe hişt, hêj teze ye û birînan kew negirtiye.

Piştî bûyera trajîk, Alanê piçûk hersal 2yê îlonê li cihê mirî hate dîtin tê bibîranîn.

Hunermend û piyanîst Karsu Donmeza ku li Amsterdamê dijî û ji bo konseran li Tirkiyê ye jî çû cihê ku Alan lê canê xwe da.

Karsu Donmez  diyar kir ku ji bo dê û bav, mirina zarokên wan, birîna herî xedar e, kula herî giran e.

Donmezê bal kişand ku mirina zarokan dilê wê zehf diêşîne û wiha pê de çû: “Zarok ji bo tiştên beredayî dimirin ku yek ji van jî Alan e. Ez îro divê li vê qeraxê bûma. Bi min divê ev yek ji bo dinyayê bibe şîret. Lewra ti zarok vê yekê heq nakin. Dema min ew wêne dît, ez 2-3 rojan bi ser xwe ve nehatim. Çend sal berê min li Amsterdamê li îstasyona trênê alîkariya zarokan kir. Zarokekî dişibiya Alan min dît. Min jê ra got 'Tu gelekî bisûd î'. Mixabin siûda Alan tinebû.”

 

alan3.jpgalan2.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin