Ala Swêdê li biryargeha NATOyê hate bilindkirin

Ala Swêdê li biryargeha NATOyê hate bilindkirin

.

A+A-

 Piştî ku herdu welatên Tirkiye û Macaristanê jî dosyeya endambûna NATO yê Swêdê pesend kirin, Swêd bi fermî bû endama NATOyê û hejmara endaman gihîşt 32 welatan.

Îro 11ê Adarê bo cara yekem alaya Swêdê li biryargeha NATOyê bi merasîmekê hate bilindkirin.

Di merasîma ku Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, Keybanûna Swêdê Victoria, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û endamên hikûmeta Swêdê beşdarî kirin de, Serokwezîra berê ya Swêdê Magdalena Andersson jî amadehî kir.

Stoltenberg û Kristersson beriya merasîmê civîneke hevpar a rojnamevanî saz kirin.

Stoltenberg diyar kir ku êdî Swêd di bin parastina xala 5emîn a NATOyê de ye û got, “Beşdariya Swêdê bo NATOyê hem jî ewlehiya aliyê herêma bakur hem jî ji bo tevahiya hevalbendiya me girîng e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin