Al-Monitor: Nêçîrvan Barzanî navbeynkariyê dike; Ebdî û Barack li Hewlêrê dicivin

Al-Monitor: Nêçîrvan Barzanî navbeynkariyê dike; Ebdî û Barack li Hewlêrê dicivin

.

A+A-

-Tê çaverêkirin ku sibe, bi navbeynkara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, civînek di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê li bajarê Hewlêrê bi rê ve biçe.

Malpera Al-Monitor a Amerîkayê di nûçeyekê de belav kir, tê pêşbînîkirin ku sibe Nûnerê Amerîkayê yê Karû Barên Sûriyeyê Tom Barack bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bicive.

Li gorî zanyariyên wê malperê, ev civîn di çarçoveya hewleke hevahengkirî ya Amerîkayê de ye bi armanca rêlibergirtina şer û pevçûnên berfireh ên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û hêzên HSDyê de.

Çavkaniyên agahdar ji Al-Monitorê re ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roleke sereke di rêkxistina vê hevdîtina çaverêkirî de heye.

Di dawiya raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, her çiqas nûçe hatibe belavkirin jî lê Berdevkê Ofîsa Tom Barack amade nebûye ti daxuyaniyekê derbarê bernameya kar û serdanên nûnerê Amerîkayê de bide.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin