
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diçe Îranê
.
Serokê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi ragihand ku tîmeke Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diçe Îranê.
Armanca çûne tîma Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ew e ku Tehran û welatên Ewropayê li hev bikin ku rê li ber vegerandina dorpêçên navneteweyî bigirin.
Wezîrên Karên Derve yên Îranê û nûnerên sê welatên Ewropayê piştî civîna li New Yorkê li hev kir ku dan û standinên xwe bidomînin da ku rê li ber çalakkirina pêvajoya bi navê "Snapback"ê bê girtin.
Divê wre gotin ku Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, êvara sêşemê pêkanîna dan û standinan a li gel Amerîkayê red kiribû.
Rafael Grossi da zanîn ku tîmeke Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diçe Îranê û li gorî îradeya siyasî ya Îranê derfet heye heye ku karê çavdêriyê dest pê bike.
Dem kêm dibe
Hatiye plankirin ku dorpêçên li dijî Îranê êvara şemiyê dest pê bikin û dem ber bi dawîbûnê ve diçe.
Lê Grossi got ku hîn jî gotûbêjên berfireh di navbera wî, Îran, hêzên Ewropayê û Amerîkayê de didomin da ku çareseriyek were dîtin.
Medyaya Îranê jî ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî cara duyemîn li New Yorkê li gel Grossi civiya.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin