
AFP: Rayedarên Sûriye û Îsraîlê hevdîtineke rasterast pêk anî
.
Ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand ku li Bakuya paytexta Azerbeycanê di navbera rayedarên Sûriye û Îsraîlê de hevdîtineke rasterast pêk hatiye.
Li gorî nûçeya AFPyê ya ku agahiyên xwe dispêre jêderên dîplomatîk, ev hevdîtin di çarçoveya serdana fermî ya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a Azerbeycanê de, di navbera nûnerên her du welatan de çêbûye.
Jêderekî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike lê ji dan û standinan agahdar e ji AFPyê re gotiye:
"Di serdana Şer a Bakuyê de, di navbera rayedarekî Sûriyeyî û rayedarekî Îsraîlî de hevdîtineke rasterast pêk hat."
Heman jêderî bi taybetî teqez kiriye ku Ehmed Şer bi xwe beşdarî hevdîtinê nebûye.
Wî jêderî di daxuyaniyeke xwe ya berê de diyar kiribû ku rojeva sereke ya hevdîtinê, hebûna nû ya leşkerî ya Îsraîlê li Sûriyeyê ye.
Helwesta Şamê
Birêvebiriya Şamê derbarê vê hevdîtinê heta niha ti daxuyaniya fermî nedaye.
Lê belê Sûriyeyê piştî ku Ehmed Şer Kanûna Pêşîn a 2024an hat ser desthilatê qebûl kiribû ku dan û standinên nerasterast bi Îsraîlê re bile.
Alîyê Sûriyeyê amaje bi wê yekê dike ku armanca van dan û standinan ew e ku Peymana Cudakirina Agirbestê ya sala 1974an ji nû ve were sepandin.
Ew peyman bidawîanîn şer û pevçûnên leşkerî û avakirina herêmeke tampon a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li xwe digire.
Şamê destpêka tîrmeha borî ragihandibû ku ew amade ye ji bo vegera li ser vê peymanê bi Amerîkayê re hevkariyê bike.
Daxuyaniyên Îsraîl û Amerîkayê
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di daxuyaniyên xwe yên dawî de gotibû ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Sûriye û Libnanê re asayî bike.
Lê birêvebiriya Şamê ev daxuyanî wekî "ne di dema xwe de" bi nav kiribû.
Berpirsekî Sûriyeyê ji televîzyona dewleta Sûriyeyê re ragihandibû ku ev gotinên hanê "pêşwext" in.
Her wiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thom Barak, 7ê Tîrmehê di serdana xwe ya Libnanê de gotibû, "Diyaloga di navbera Sûriye û Îsraîlê de dest pê kiriye."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin