
AFP: Fermandarên Filîstînî yên Îranê çek danîn û ji Sûriyê derketin
.
Çavkaniyên Filistînê ji ajansa France Press (AFP) re dane xuyakirin ku piraniya fermandarên komên çekdar ên Filistînê yên ku piştgirî ji Îran û rejîma Beşar Esed distandin, ji Sûriyeyê derketin.
Fermandarekî wan koman ku nexwestiye navê xwe bide gotiye, piraniya fermandaran berê xwe dane dewletên derdorê û çekên xwe bi temamî radestî desthilata nû ya Şamê kirine.
Hate diyarkirin ku çavkaniyeke din a Filistînê jî ev agahî bi deshilata Şamê piştrast kiriye
Hêjayî gotinê ye, beriya niha hêzên Ewlekariya Giştî yên desthilata Sûriyê, sekreterê Eniya Gelêrî ya Rizgariya Filistînê - Fermandariya Giştî Telal El Nacî binçav kiribû. Beriya wî jî fermandarên tevgera Cîhada Îslamî Xalid Xalid û Ebû Elî Yasir hatibûn binçav kirin.
Berpirsekî hikumeta Lubnanê li ser mijarê daye zanîn ku Lubnan û Filistînê li ser kişandina çekan ji kampên penaberên Filistînê di nîvê meha Hezîrana bê de, li hev kirine.
Ev prose jî bi kampên Beyrûtê dest pê dike û paşê derbasî kampên deverên din dibe. Herwiha tê gotin ku wê rewşa aborî û civakî ya penaberan jî were başkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin