Afganistan: Talîbanê Pirtir ji 60 Sîvîl Revandin

Afganistan: Talîbanê Pirtir ji 60 Sîvîl Revandin

Karbidestên Afgan ragihandin ku Talîbanê di hefteyeke dawî de pirtir ji 60 sîvîl revandine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ew sîvîl li Daykunî ya piranîya wê Şîa ye hatine dîl girtin, lê sedema vê dîlgirtinê hîn nayê zanîn.

Walîtîya Daykunî dîyar kir ku ji dîlgirtîyan 26 zarok û jin hatine berdan û pêşengên herêmê bo berdana sîvîlên din jî dest bi danûstandinan kirine.

Amerîka û Talîbanê ser peymaneke aştîyê li hev kiribûn, lê berpirsên Afganistanê dibêjin ku wê rêxistinê di demên dawî de jinûve dest bi êrîşên dijî sîvîlan kirine.

Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Afganistanê da zanîn ku Talîbanê di hefteyeke dawî de 42 sîvîl kuştine û pirtir ji 100 sîvîlên din jî birîndar kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin