
Afganistan | Bîlançoya karesata erdhejê giran dibe: 920 mirin, 610 birîndar...
.
A+A-
Bîlançoya erdheja ku şeva borî bi pileya 6,1 li wîleyate Host a hevsînorê Afganistan-Pakistanê çêbû, her diçe girantir dibe.
Li gorî Saziya Lêkolînên Erdhejan a Amerîkayê, erdhej bi pileya 6,1ê di kûrahiya 51 kîlometrên erdzemînê de rû daye û heta paytext Kabûl û bajarên Pakistanê Îslamabad û Peşawer jî bi wê erdhejê hejiyane.
Di daxuyaniya herî dawî ya berpirsên hawarçûnê yên Afganistanê de, hat ragihandin ku hejmara mirinan ji 920 kesan û ya birîndaran jî ji 610 kesan derbas kiriye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî berdewam dikin.
Berdevkê Hikûmeta Talîbanê jî bang li saziyên alîkariyê kir ku di vê karesatê de piştevaniya wan bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin