
Adil Baxewan: Serok Barzanî ji bo yekrêziya Kurdan bi destpêşxeriyekê vedigere
.
Serok Barzanî Rêya Pêşmerge li parkeke Parîsê vekir. Serokê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Îraqê Adil Baxewan got, "Serok Barzanî ji Parîsê bi destpêşxeriyeke birêxistina nava mala Kurd vedigere."
Bi amadebûna Serok Barzanî, Şaredara Parîsê Anne Hidalgo û hejmarek kesayetiyên siyasî û Pêşmergeyan "Rêya Pêşmerge" li parkeke Parîsa paytexta Fransayê hat vekirin.
Li gorî agahiyên Nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Ala Şaliyê 350-360 mêvan di merasîmê de amade bûn ku nêzîkî 40 kes ji wan Pêşmergeyên qedîm bûn.
Her wiha hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer jî di merasîmê de çend berhemên xwe pêşkêş kirin.
Serokê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Îraqê Adil Baxewan ku yek ji beşdarên merasîmê bû ji Rûdawê re ragihand ku ew doh bi Serok Barzanî re civiyaye û behsa çend mijarên girîng hatiye kirin ku di nav de pêwendiyên Ewropayê yên bi Herêma Kurdistanê re jî hebûye.
Adil Baxewan ji Rûdawê re danîn:
"Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyeke dînamîk bi civaka navneteweyî re ye.
Çi qasî pêgeha me di nava civaka navneteweyî de bihêztir be, em dikarin ew qasî bihêz bimînin û parastina xwe bikin."
Adil Baxewan pê kir ku wan di civîna xwe de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî kiriye û got:
"Hûn bi xwe dizanin ku pêwendî gelekî xirab in, behsa wê yekê hat kirin ka çawa destpêşxerî were kirin da ku em ji vê rewşa girtî rizgar bibin."
Adil Baxewan her wiha eşkere kir ku wan li gel Serok Barzanî qala pêwendiyên van demên dawî yên Herêma Kurdistanê û cîhanê kiriye û anî ziman:
"Hinek rûdanên nexwestî li Herêma Kurdistanê qewimîn û van rûdanan wêneyê Kurdistanê di civaka navneteweyî de birîndar kiriye.
Behsa wê yekê hat kirin ku em çi bikin da ku birîn werin saxkirin û tiştê ku ji destê me çûye, em dîsa bi dest bixin."
Baxewan tekez kir ku bi vekirina Rêya Pêşmerge "Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di bîra giştî ya Fransiyan de dimînin."
Adil Baxewan di wê baweriyê de ye ku "Pêwendiyên me yên dîplomatîk çi qasî girîng bin, vekirina Rêya Pêşmerge jî ew qasî girîng e û zêdetir e jî."
Adil Baxewan da zanîn:
"Cenabê Serok Barzanî bi destpêşxeriyeke ji bo birêxistina nava mala Kurd ji Parîsê vedigere.
Em zêdetirî 25 xulekan li ser vê destpêşxeriyê axivîn."
Madalya pêşkêşî Pêşmergeyan kir
Pêşmergeyên dêrîn û yên ku di şerê DAIŞê de cih girtine, ji seranserê Ewropayê beşdarî merasîmê bûn û li gorî agahiyên nûçegihana Rûdawê, ji aliyê Serok Barzanî ve madalya pêşkêşî wan hat kirin.
Cihê merasîmê bi gelek wêneyên Hêzên Pêşmerge yên di dema şerê DAIŞê de hatibû xemilandin.
Li gorî agahiyên Ala Şaliyê piştî merasîmê Serok Barzanî dê biçe serdana Wezareta Karên Derve ya Fransayê û dê civîneke wî hebe.
Şaredariya Parîsê şeva pêncşemê di daxuyaniyekê de tekez kiribû ku bi amadebûna Serok Barzanî, Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê "wekî rêzgirtinekê ji bo şervanên Kurd, Rêya Pêşmerge vedike."
Bajarê Parîsê xwedî pêwendiyên xurt ên bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê re ye.
Şaredara Parîsê sala 2019an hat serdana Hewlêrê û peymana dostaniyê ya di navbera her du bajaran de hatibû îmzekirin.
Parîs û Hewlêr li gorî wê rêkeftinê wekî "bajarên destexwişk" hatine ragihandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin