Abdurrahman Kurt: Serdana Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê girîng e

Abdurrahman Kurt: Serdana Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê girîng e

.

A+A-

Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Abdurrahman Kurt derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê de ragihand, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê karekî gelek erênî ye û got: “Her wek çawa serdana Îlham Aliyev bo Tirkiyê girîng e, bi heman şêwe serdana Mesrûr Barzanî girîgiya xwe heye.”

Endamê Desteya Rêveberiya AK Partiyê Abdurrahman Kurt beşdarî bultena Basî Roj a Kurdistan24ê bû û ragihand, li Tirkiyê 25 heta 30 milyon welatiyên Kurd hene û bûyerên Herêma Kurdistanê dişopînin, loma serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê girîng e.

Abdurrahman Kurt diyar kir: “Her wek çawa em bi pêşveçûnên welatên din ên cîran kêfxweş dibin, bi pêşveçûna aboriya Herêma Kurdistanê jî kêfxweş dibin, loma serdana Mesrûr Barzanî ji aliyê siyasî û aştiya civakî ve girîng e û dibe sedema bihêzkirina biratiya navbera herdu gelên Kurd û Tirk û ber bi pêşçûna asta bazirganiyê.”

Kurt destnîşan kir, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê di siberojê de bandora wê ya baş dibe û got, her wek çawa serdana Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev bo Tirkiyê bi nirx û girîng e, bi heman şêwe serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî girîngiya xwe heye.

Herwiha eşkere kir, pêwendiyên aborî yên yên Tirkiyê ligel Herêma Kurdistanê ji duh gelek baştir e û got: “Serdana serkirdeyên payebilind ên Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, pêngavên hêvîbexş e.”

Li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, Abdurrahman Kurt diyar kir: “Kurd birayên me ne, ew hevahengiya me ya ku ligel Azerbaycanê heye, em dikarin ligel Herêma Kurdistanê jî pêk bînin, divê siyasetmedar girîngiyê bidin vê mijarê.”

Îro Sêşemê 20ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Enqerê û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê hevdîtina ligel Erdogan de li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Min îro bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir û pîrozî li dubare hilbijartina wî kir.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir: “Me li ser pêşdebirina pêwendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin