Abdurrahman Kurt: Peyamên Ocalan bi awayekî rast nayên behskirin

Abdurrahman Kurt: Peyamên Ocalan bi awayekî rast nayên behskirin

.

A+A-

Endamê Encûmena Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt dibêje, “Peyamên Ocalan bi awayekî rast nayên behskirin.”

Parlamenterê berê û Endamê Encûmena Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt beşdarî bultena 15.00 ya Rûdaw TVyê bû û behsa dawî pêşhatên siyasî û nîqaşa derbarê Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş kir ku ev demeke bûye rojeva Tirkiyê.

Proseya çareseriyê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh di bernameyeke televîzyonî de gotibû, Rêberê PKKê “Abdullah Ocalan ji peyamên Selahattîn Demîrtaş aciz e.”

Abdurrahman Kurt li ser vê mijarê ne di wê baweriyê de ye ku nîqaş di çarçova `Ocalan-Demîrtaş` de bê kirin û amaje bi proseya çareserkirina Pirsa Kurd dike û dibêje, “Ev mijarek e ku ji 2013an ve behs li ser tê kirin.”

Kurt dibêje, proseya çareseriyê ji sê qonaxan pêk dihat ku bi gotina wî, ew jî “vekişîn (hêzên PKKê), avakirina bingeheke yasayî (demokratîkbûn) û asayîkirina rewşê (beşdarbûna gerîlayan bo nav civakê)”, lê dibêje, “ji qonaxa yekem ve rêxistinê û hêzên serwerên wê ev qonax cîbicî nekirin.”

Nakokiyan kengî destpê kir?

Li gor Abdurrahman Kurt alozî û nakokiya li gel Abdullah Ocalan jî wê demê destpê kir û diyar dike ku li şûna `Ocalan-Demîrtaş` divê ev prose û nîqaş di çarçova `Ewropa-NATO-Gladyo-Tirkiye`de bê xwendin û dîtin.

Sakine Cansiz ku yek ji damezrênerên PKKê bû, roja 9ê Çileya 2013an di êrîşeke çekdarî de ligel du hevalên xwe yên din bi navên Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li Parîsê hatin qetilkirin.

Abdurrahman Kurt qetilkirina hersê jinên Kurd bibîr dixe û dibêje, “NATOya kur û Rojava (welatên Ewropayê) her sê jin bi tîmeke Gladyoyê ya MITê dan kuştin û peyamek dan PKKê. Gladyo û Rojavaya kur li pişt komkujiya Parîsê ne.”

Li ser bûyerên 6-8 Cotmehê jî ku wek `Bûyerên Kobanî` tên zanîn jî, li gor Abdurrahman Kurt, Abdullah Ocalan piştî ku dît PKK li hember fermanên wî li ber xwe dide, “ji bo ku ji rêxistinê qût nebe, neçar li gel wan be û nekarî rola rêlibergirtina têkçûna proseya çareseriyê bilîze. Ez di wê baweriyê de me ku Ocalan nikare rêxistina xwe kontrol bike.”

Helwesta HDP û PKKê

Di dewama gotinên xwe de parlamenterê berê yê AK Partiyê dibêje, HDP û PKK, li hember proseya çareseriyê “helwesteke erênî wernegirtin, her tim rexne kirin û li derfetekê geriyan bo ku bi dawî bikin.”

Endamê Encûmena Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt dibêje, ew di nîqaşa Ocalan-Demîrtaş de ne alî ne û li gor Kurt, “Ewropaya kur, HDP û PKK dorpêç kirine. Me di proseya çareseriyê de jî dît ku HDP û PKK ne xwedî wê îradeyê ne ku bi serê xwe aştiyê pêk bînin. Hinek hêz hene ku wan kontrol dikin.”

Li gor Abdurrahman Kurt peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, wek rast nayên behskirin û nîşandanû dibêje, “fermana destjiberdana çekan a Ocalan” nehat cîbicîkirin û herwiha diyar dike ku Ewropayê piştgiriya proseya çareseriyê nekir.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin