Abdurrahman Kurt li ser lêdana ciwanê Kurd: Ev êdî ne Tirkiyeya berê ye

Abdurrahman Kurt li ser lêdana ciwanê Kurd: Ev êdî ne Tirkiyeya berê ye

.

A+A-

Endamê Lijneya Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt û Baroya Amedê li ser dîmenên lêdana ciwanekî Kurd ji aliyê polîsên taybet ve bertek nîşan dan.

Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, şeva 14ê Kanûna 2022an polîsan li ciwanekî Kurd xistine ku xwestiye bigihîjhe nimêjê û dîmenên wê bûyerê li ser medyayên civakî hatine weşandin.

Dîmenên lêdana ciwanê Kurd ji aliyê polîsan ve ku bi awayekî berfireh li ser medyayên civakî belav bûne, bû sedema bertekan.

Endamê Lijneya Biryara Navendî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û parlementerê berê yê Amedê Abdurrahman Kurt li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de peyamek belav kir.

Abdurrahman Kurt dibêje: “Ev polîs sîleyekê li mirovahiya xwe dixe, peyva “Ez ji Xweda bawer dikim”, nabihîse. Û heger em bi Diyarbekirkî bibêjin, Xwedê dê aşkere bike. Ev êdî ne Tirkiyeya berê ye, ev suîqesta li ser îtîbara hevalên wî ye. Lêpirsîn hat destpêkirin, em we dişopînin înşallah.”

Baroya Amedê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand:

“Ev cesaret û bêhişmendî berhema siyaseta bêcezakirinê ye ku bi salan e tê meşandin.

Weke Baroya Amedê me bi salan li dijî îşkence û muameleya xerab têkoşîn kir û em dê têkoşîna xwe bidomînin.

Em dê lêpirsîna edlî û îdarî bişopînin.”

Li gor zanyariyan, şeva 14ê Kanûna 2022an ciwanê bi navê Emre Elaltunterîn dema ku diçû nimêja şevê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve ji bo kontolê hatiye rawestandin û rastî lêdana polîsan hatiye. Li gorî dîmenan, li ser pirsa polîsan a “Tu ji çiyê xwe bawer dikî”, Elaltunterin jî got “Ez ji Xweda bawer dikim”, piştre polîs zileyan lê dixin.

Parêzgariya Amedê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşandiye û ragihandiye, 2 polîsên tevgera taybet ên ku hatiye tespîtkirin li navçeya Rezanê li dijî ciwanê bi navê Emre Elaltunterîn tundî bi kar anîne ji wezîfeyê hatine dûrxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku derbarê wan herdu polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin