93 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re derbas bûn

93 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re derbas bûn

.

A+A-

Îro 93 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re derbas dibin ku di rojên 12-13ê Temûza 1930an de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat kirin.

Sala 1930an, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de ku di belgenameyên Komara Tirkiyê de wek “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin. Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.

Li gor amarên fermî yên Tirkiyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin. Lê şahidhalên wan rojan dibêjin, zarok û jin, kal û pîr bi giştî 45 hezar kes bûne qurbanî.

Bi Qanûna Îskanê a 5ê Gulana sala 1932an, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan. Piraniya kesên hatin mişextîkirin (sirgûn) di zindanan de canê xwe ji dest dan. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin.

Ligel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê. Di sala 1980an de jî bi biryara Kenan Evren (7emîn Serokkomarê Tirkiyê), Kirxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin.

Welatiyên Geliyê Zîlanê tevî ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe werbigirin û vegerin ser axa xwe ku dewletê dest daniye ser.

Komkujiya Geliyê Zîlanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyê duyemîn komkujiya mezin a li ser Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê di Îlona 2020an de belgefîlmeke taybet derbarê Komkujiya Geliyê Zîlan de bi navê "Esmanê Sor: Geliyê Zîlan" weşand ku têde şahidên komkujiyê û kesên ku ji şahidan çîrokên komkujiyê bihîstine, behsa wê komkujiyê û kuştina bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê leşkerên Tirkiyê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin