75 sal di ser darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas bûn

75 sal di ser darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas bûn

.

A+A-

 Îro salvegera 75emîn a darvekirina Serokomarê Yekem ê Komara Kurdistanê ya Mahabadê, Pêşewa Qazî Mihemed e.

Qazî mihemed û hevalên xwe 30yê Adara 1947an piştî erîşeke dorfireh a Rejîma Îranê ku bi ser Komara Kurdistanê de hatibû kirin, li Qada Çarçira ya Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê hatin darvekirin.

Qazî Mihemed di sala 1946an de bi hevkariya Nemir Mele Mistefa Barzanî, li Mahabadê Komara Kurdistanê ragihandibû û 31ê Adara sala 1946an jî wekî Serokomarê Komara Kurdistan a Mahabadê hatibû hilbijartin.

Piştî ku hêzên Sovyetê di 9ê Gulanê de ji axa Îranê vekişiyan; Artêşa Îranê di 17ê Gulanê de Mahabad dagir kir, Komara Mahabadê xira kir û di 30ê Adara 1947an de jî Serokomar Qazî Mihemed, Serok Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê yê komarê Mihemed Huseyîn Han Seyfî Qazî bi hev re hatin darvekirin.

Pêşewa Qazî Mihemed di nameya xwe ya wesiyetê de ev şîret li Gelê Kurd kirine:

“Ez saetên dawî yên emrê xwe dijîm. Ji bo xatirê Xweda êdî li hev dijminahiyê nekin!

Bi piştgiriya hev li hember dijmin û zaliman rawestin!

Xwe bi erzanî nefiroşin dijmin!

Dijminên Gelê Kurd gelek in, zordest û bêrehim in. Sembola serkeftina her neteweyê, yekîtî ye, hevkarî ye û piştgirî ye.

Ew gelê ku yekîtiya xwe pêk neanîbe û tifaqa xwe çênekiribe, dê her dem di bin pêkutiya dijminan de bimîne û biperçiqe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin