6 şervanên HSDê li Dêrazor û Minbicê hatin kuştin

6 şervanên HSDê li Dêrazor û Minbicê hatin kuştin

.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kuştina 6 şervanên xwe di êrişên rêjîma Sûriyeyê de li gundewarên Dêrazorê Minbicê aşker akirin.

Navenda Ragihandinê HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, 5 şervanên wê roja Înê 10 Sibatê di êrişên hêzên hikumeta Şamê de li gundewarên Dêrazorê û hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê HSDê, şervanekî din jî roja 10ê Sibatê li Minbicê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de hatiye kuştin.

HSD di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dike, êrişên rejîmê û hêzên ser bi wê bûn sedema kuştina gelek şervanên HSDê, ev êrîş jî dê bêbersiv nemînin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê roja 5ê Sibatê jî aşkere kiribû, di êrîşeke bi dronan li ser Akademiya Perwerdeyê ya li Kêlgeha El-Omer a li rojhilatê Dêrazorê de jî 6 şervanên HSDê canê xwe ji dest dabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin