42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn

42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn

.

A+A-

 Îro 42 sal di ser Komkujiya Barzaniyan re derbas dibin ku ji aliyê desthilata berê ya Baas a Îraqê ve zêdetirî 8 hezar kesî bêyî cudahiya nijad û temenê hatin komkujkirin.

Komkujiya Barzaniyan di rojeke wekî îro de di dawiya meha Tîrmehê de dest pê kir û heta nîvê Tebaxa 1983yan berdewam kir û 8 hezar xort, ciwan, mêr û pîrên Barzanî hatin windakirin.

Çalakvanê parastina kesûkarên enfalkiriyan Hêmin Hesîb îro Rûdawê re got, “Heta îro tenê hestiyên 696 Barzaniyên ku rastî komkujiyê hatine li zêda wan hatine vegerandin.”

Piştî Komkujiya Barzaniyan, rejîma wê demê ya Îraqê li Başûrê Kurdistanê pêngaveke berfirehtir a komkujiya Kurdan da destpêkirin ku bi navê Enfalê tê naskirin û ji 8 qonaxan pêk tê.

Di Enfal û komkujiya gelê Kurd de, nêzîkî 190 hezar welatî hatin komkujkirin, windakirin û bi saxî hatin binaxkirin.

Li gorî gotina Hêmin Hesîb, heta îro tenê hestiyên 2441 welatiyan vegerandine Kurdistanê.

Ew hestiyê cenazeyên ku di pêvajoya Enfal û komkujiya Kurdan de ji çolên Îraqê heta îro hatine vegerandin, li van deveran hatine veşartin:

- Çemçemal: 1010 hestî

- Badînan: 696 hestî (Barzanî)

- Germiyan: 399 hestî

- Dûkan: 256 hestî

- Topzawe: 80 hestî

Tawana Enfalê ji aliyê Îraq, Brîtanya, Swêd, Norwêc û Koreya Başûr ve wekî komkujî hatiye naskirin.

Lêkolîner û siyasetmedar di wê baweriyê de ne ku dikare kar zêdetir bê kirin da ku hejmareke zêdetir a welatan vê tawana wekî komkujiyê nas bikin.

Parlamentoya Îraqê di 14ê Nîsana 2008an de Enfal wekî komkujî nas kir.

Hejmarek ji fermandarên leşkerî yên serdema desthilata Sedam ên ku destê wan di wan tawanan de hebûye, hatine îdamkirin, di nav wan de Elî Hesen Mecîd di sala 2010an dehatibû îdamkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin