4 şervanên HSDê di êrişa Tirkiyê de canê xwe ji dest dan

4 şervanên HSDê di êrişa Tirkiyê de canê xwe ji dest dan

.

A+A-

irkiyê êrişên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û roja Pêncşemê 19ê Tebaxê navenda Encûmena Leşkerî ya Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Li gor daxuyaniya fermî ya vê encûmenê ku beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye, di êrişê de 4 şervanên wan hatine kuştin.

Encûmena Leşkerî ya bajarê Til Temirê ya ser bi HSDê ve daxuyaniyek Artêşa Tirkiyê seet 6ê êvara debrasbûyî êrîşeke esmanî li ser bungeheke wan ya leşkerî kiriye, di encamê de 4 endamên wan canê xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûne.

Encûmena Leşkerî ya Til Temirê doh 19ê Tebaxê dibêje, artêşa Tirkiyê roja Pêncşemê 19ê Tebaxa 2021 di saet 18:00an de, “li hember navendek me ya Meclisa Leşkerî ya  Til Temirê, êrişek hewayî pêk anî, di vê êrişê de 4 hevalên me şehîd bûn, herwiha brîndarên me jî hene.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, herwiha di vê êrişê de zirar gihîştiye gelek malên welatiyan jî.

Encûmena Leşkerî ya Til Temirê amaje bi mafê xwe yê berevaniyê û bersivdana êrişan kiriye û diyar kiriye: “Em wekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, li hember her cure êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bêdeng nemînin.”

Li gor daxuyaniyê, ew hefteyek e artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrişên xwe bo ser bajarokên Til Temir û Zirganê û gundên herdu bajarokan zêde kirine û tê gotin: “Til Temir û gundewarê wê bênavber hatin topbarankirin. Bajarokê Zirgan ê girêdayî Til Temirê û gundên wê, gundê Dirdara û mezrayên wê Qibur, El -Qeracina, Miselta, Şêxelî bênavber hatin topbarankirin.”

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar herwiha çend roj beriya niha bajarokê Zirganê li bakurê rojhilatê Til Temirê bi giranî topbaran kir, ku di encama êrişê de 2 kesên sivîl (jinek û zarokek) jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.

Roja Çarşemê 18ê Tebaxê bi 13 mûşekan êrişî navenda bajarê Efrînê hat kirin, ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Parêzgariya Hatayê ya Tirkiyê ku hevsînorê herêma Efrînê ye, YPG bi pêkanîna êrişê tohmetbar kir û ragihand, “êrîş demjimêr di 14: 30an de ji herêma Tel Rifat a di bin kontrola YPGê de ye hatiye kirin.”

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li hember wê tohmetbarkirinê de bertek nîşan da û red kir, ku tu têkiliyeke hêzên wan bi êrişa li ser navenda bajarê Efrînê hebe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin