Abuzer Balî Han

Abuzer Balî Han

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

39 sal bûn ku ew çû ser heqiya xwe! (1903-22 Kewçêra 1984)

A+A-

Abuzer Balî Han (A. BALÎ) (Kurdolog)

Hozanê hemdemî Seyda Cigerxwîn 39 sal bûn ku ew li Ewrûpayê li Sewêden koça xwe ya dawî kir. Cigerxwîn, di 1903 an de bi navê “Şexmus Hesen” bi girêdana Gercûşê li navçeya Gundê Hesarê çavên xwe li dinê vedike. Bajaroka Gercûş berê gundê bi girêdana Sencexa Mêrdînê bi qezaya Midyatê va girêdayî bû. Paşê ew li sala 1926 an bû bajarok (îlçê) û 16 ê Gulan 1990 î de bi bajarê Batmanê ve hate girêdayîn.


Dema şerê cîhanê yekemin ew di sala 1914 an de destpêdike, Şexmus Hesen bi malbeta xwe ve derbasî binxetê dibin. Ew diçin li Suriyê li bajarê Amudê cîhwar dibin. Ji bo ku malbeta wî rêben û jar bûn, ew di xortaniya xwe de dibe gavan û şivan! Hin caran jî rencberiyê dike. Dema xwe ya heyî jî, ji hevalên xwe hînî xwendin û nîvîsandina zimanê Kurdî dibe…


Di wan salan de li bin xetê rêxistinek Kurdan welatparêz bi navê “Xoybûn” ava dibe.


.
Komek ji endamên rêxistina Xoybûn

Di wê rêxistinê de wek serok Şexmus Hesen û cihgirt jî hevalê xwe ronakbîrê Kurd Memduh Selim têne hilbijartin. Şexmus Hesen, hêdî di helbestên xwe de navê “Cigerxwîn” bi kar tîne û bi vî navî jî di nav gel de bi navê “Seyda Cigerxwîn” dihat nasîn û bi navkirin! Seyda Cigerxwîn, Memduh Selim, Dr. Kamuran Bedirxan, Celadet Bedirxan û hin kesên di rêxistinê de çalak yên din jî hebûn…


Dr. Kamuran Bedirxan, Cigerxwîn, Celadet Bedirxan û Memduh Selim
(ji aliyê çepê ber bi rastê ve)

Di sala 1946 an de Şexmus Hesen ji malbeta xwe vediqete diçe li bajarê Qamişloyê cîh dibe. Di wan salan de li ber destê mileyên Kurd hînî ola islamê dibe. Zanîna xwe hinek pêşda bir şûnde wextekê jî di mizgeftan de dibe mela!..

Di sala 1948'an de Cigerxwîn dibe endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Di sala 1949'an de cara yekemîn Cegerxwîn tê girtin. Di sala 1950'î de Cigerxwîn dibe endamê Civata Aştîxwazên Sûriyê û di nav wê de kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komûnîstan ve dibe namzadê parlamenta Sûriyê.

Di sala 1957'an de Cigerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cigerxwîn û hevalên wî rêxistina Azadî saz dikin. Paşê xwe fesih dikin û tev li nav refên Partiya Demokratî ya Kurd dibin. Di wir de bi Osman Sebrî ve jî tev kar dikin. Di sala 1959´an de Cigerxwîn diçe İraqê û sê salan li wir li Zanîngeha Bexdayê de di Beşa Kurdolojiyê de dibe mamosteyê zaravaya Kurmancî û dersên Kurdî dide. Di sala 1962´an de hukûmeta Îraqê Cigerxwîn di zanîngehê de dikin der û ew û zarokên xwe ve dîsa vedigerin Sûriyê.

Di salên 1963'an û 1973´de di navbera Sûriyê û Iraqê de tê û diçe. Hin caran jî tê girtin. Di sala 1973'an de diçe Libnanê û li wir dîwana xwe ya sisyan Kîme Ez çap dike. Di wan salan de pirtûkên xwe yên bi navê Salar û Mîdya jî têne çap kirin. Di navbeynê Sûriyê û Libnanê de çendek car diçe û tê.

Seyda Cigerxwîn di sala 1979 an li welat derdikeve diçe Ewrupayê! Li Fransa, Elmanyê demek dimîne, paşê diçe Swedê 5 salan li wir dijît. Sala 1981'ê, li Newroza li Berlîna Rojava ya di salona bi navê ''Neue Welt'' de Cegerxwîn jî wek Aram Tigran û gelek hozanên Kurd yên navdar di wê Newrozê de beşdar bûyî bûn.

Newroz bi rêva birin û teknîka wê re birêz Husên Erdem mijûl dibû. Paşê rêvabirên Komkar û Partiya Sosyalîst ew ji nav rêxistinan dûrxistî bûn. Birêz Erdem gelek têgîhiştî bû. Ji berku berê endamê TKP û rêvabirên “Bizim Radyo” bû. Wek pir kes di wan salan de bê sebep ji rêxistinan dihatin dûrxistin an jî dihatin avêtin!.. Di. wan salande dewleta Tirk nasnane û pasporta Tirkiye ji dest min jî girtî bûn û paşê jî ez ji hemwelatiya Tirkiyê jî derxistim. Di wan salan de fermî ez Senetoya Elmanyê de mamoste bûm…

Bi tesîra hin hêzan dewleta Elman jî bi bîryara dadgeha bilind dixwestin min ji Elmanyê bavêjin. Karûbarên li navçeyê dibûn de ez kirî bûm berpirsiyar! Berpirsiyarên hêzên ez tê de rojekê ew rewşa min nepirsin! Serda jî 13 caran balyozxana Berlînê bi nivîskiî ez hatî bûm gilî kirin! Ew nûçeya Serok Balyoz M. Koza dema ifada min digirtin ji minra bi xwe got…

Di wan salan de Cigerxwîn dîsa bi ew komîteyên şaşetî dikirin re ji bo pirtûkên xwe werin çapkirin her bê deng dima. Qasî 20 pirtûkên wî KOMKAR dane çapkirin û weşandin. Pirtûka wî ya jiyana xwe nivisiyi “Jîne nîgariya min, 1995 Stokholm” de jî pir şaş dîtin hene. Lê ez bawer nakim ku ewna Seyda Cigerxwîn nivisîbin! Yên rêxistina Kurdan li dervayî welat têkbirin û bêtesîr hîştin mimkûne ku ew kara jî kirî bin!..

Dema Cigerxwîn li Berlinê Newrozê de bûyî mêvan bi 80 saliya xwe ew ser 100 kiloyî zêdetir bû. Ciyê ez tê de qatê 5 an û bê asansor bû. Heroj daketin û hilkişîna wî zehmetir dibû. Her mala karkerên Kurd dixwestin ku ew li malên wan jî bibe mêvan. Paşê malek di xaniyê wan de asansor jî heyî ew kirin mêvan û li wir jî çûye çendek malên dîn. Serboriyên xwe de gazinca xwe ji bo mala me nîşan daye ku malbeta me jî li dijî wê neheqiyê radiwestin û rexne dikin. Çawa dibe ku me ewqas xizmetê wî kir ku ew jî serboriyên xwe de nerazî bûna nîşan dike. Ji berku hemî malên Kurdan dixwestin ku dil û can Seyda Cigerxwîn bikin mêvan!..

Seyda Cigerxwîn sala 1981 an li Newroza Berlinê bi komek xort va

Di jiyana Cigerxwîn de du kesayetiyên Kurd wek Osman Sebrî û Prof. Dr. Jemal Nebez jî ji keseyatiya Cigerxwîn ne razî bûn. Ne razî bûna herduyan ji bo Cigerxwîn, digotin ku “wî ji bo mesleheta xwe ya şexsî nêzîkî komunistan bûye û zavayê xwe jî komunist e. Hevaltiya wî ya Sekreterê Partiya Komunîst ya Suriyê Kurdê ku bi nave Halîd Bexdaş ji bo ku partiyê sûd wergirtin bûye!” digotin. Wê demê Welatên Sowyet bi hêz bûn. Her kesî dixwest ku ji wê dewlelemendiyê sûd werbigire! Çi mixabin pir dewletên dagirker û faşist ji Sowyetê pir alikarî girtine ji xeynî Kurdan. Mînak: Saddam Husenê xwînrêj di destpêkê de heya roja xwe ya dawî ji welatên sosyalist alîkarî girtiye bi van alikariyan xwîna Kurdan rijandiye!.. Bi balafirên migên Sowyetê çiya û baniyê Kurdistanê hemî hatine bombabaran kirin!..

Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûriyê diçe Ewrupayê. Paşê li Swêdê pênc salên xwe yên dawî derbas dike. Di 22.10.1984'an de ew li bajarê Stockholmê diçe ser dilavaniya xwe. Gora Cegerxwîn li bajarê Qamisloyê di hewşa xaniyê wî de cih digire.

Di aliyê dîn de min bi Seyda Cigerxwîn ve ji 8 dîwanên wî bijarteyek amade kirî de wî jî alîkariya min kirî bû. Nêzîkî 200 helbestvanên Kurd ku yên di “Antolojiya Helbestvanên Kurd Yên Sedsala 20 an” de min ciyekî taybet dayê Seyda Cigerxwîn. Ji bo vê ye ku di jiyana min de ciyê Osman Sebrî û Seyda Cigerxwîn gelek girîng e.

Berhemên Seyda Cigerxwîn:

1. Dîwana yekem: Pirîsk û Pêtî, 1945 Şam

2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî, 1948 Şam

3. Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam

4. Çîroka diwem: Reşyê Darê, 1956 Şam

5. Gotinên Pêşiyan: 1957 Şam

6. Awa û destûra Zimanê Kurdî, 1961 Bexda

7. Ferhenga Kurdî, cildê pêşîn, 1962 Bexda

8. Ferhenga Kurdî, cildê duduyan 1962 Bexda

9. Dîwana siyem: Kîme ez, 1973 Beyrût

10. Poêma : Salar û Mîdiya, 1973 Beyrût

11. Dîwana çara: Ronak, 1980 Stokholm

12. Dîwana pênca: Zend Avista, 1981 Stokholm

13. Dîwana şeşa : Şefeq, 1982 Stokholm

14. Dîwana hefta : Hêvî, 1983 Stokholm

15. Tarîxa Kurdistan, cild 1, 1985 Stokholm

16. Dîwana heşta : Aşitî, 1986 Stokholm

17. Tarîxa Kurdistan, cild 2, 1987 Stokholm

18. Folklora Kurdî, 1988 Stokholm

19. Jînenîgariya min, 1995 Stokholm

20.Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, Weşanên Apec-1995, Stockholm

Rêza dîwanên Seyda Cigerxwînli gor salên Çapkirin de:

Diwan Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam.

Diwan Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam.

Diwan Dîwana siyem: Kîme Ez? , 1973 Beyrut.

Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû Yayınevi, 1980 Stockholm.

Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû Yayınevi, 1981 Stockholm.

Diwan Dîwana şeşem: Şefeq, Roja Nû Yayınevi, 1982 Stockholm.

Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû Yayınevi, 1983 Stockholm.

Diwan Dîwana heyştem: Aşîtî, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.

Diwan Dîwana nehem: Salar û Mîdya, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.

Dîwana dehem: Şerefnama Menzûm, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul

Hin berhemên Cigerxwîn yên bêne weşandin jî ew in:

1- Tarixa Kurdistan (cilt 3,4)

2- Ferhanga Kurdî (cilt 3)

3- Folklora Kurdî (cilt 3)

4- Ozan û Kilamen Kurdî

5- Diwana Cîzîrî

6- Tehre helbestên Şaîrên Kurdan

7- Zargotinên Kurd (cilt 2)

8- Hesenê Musa (Çîrok)

9- Pirtika Minorskî -“Kurd”- (çeviri)

10- Cumhuriyeta Mehabate (çeviri)

11- Diroka Hanadane Seudate (çeviri)

12- Diroka Kurdên Yemen (çeviri)

13- Çîroka Şoforê Taxsiya sor

14- Xec û Siyabend

15- Şoreşa Kurdistana İraq 16- Rapora mifetişê umumî

Karûbarên Wî Yên Derheqê Çand û Zimanê Kurdî de:

1. Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bağdat.

2. Ferheng, perçê yekem, 1962 Bağdat.

3. Ferheng, perçê diwem, 1962 Bağdat.

4. Folklora Kurdî, 1988 Stockholm.

Sosyalistên berê bes pesinandina welatên sosyalîst tenê dikirin. Kurdistana Sor, Komara Mahabad çawa têk çûn li ser van bûyeran nadisekinîn. Dema tevgera Kurdên Bakur li Ewrupa xurt bû, Komela Xwendekarên Kurd gelek xwedekarên Kurd bi bursan dişandin Sowyet û welatên sosyalist! Lê wê demê komîta komele dixwest ku li DDR jî (Komara Alman ya Rojhilat) xwendekarên Kurd bixwînin. Navê komîta komela xwendekarên Kurd çendek heval em çûn Dresten li gel berpirsiyarê Partiya Komunîst ya Iraqê heval Kemalê Kerkukî ve danişin. Birêz Kemal di aliyê alîkariya xwendekarên Kurd bike, wî gotina xwe wûsa berdewam kir:“ Hevalno ya rast ew e, ku lêra rola Partiya me ya komunist nîn e! Lêra hukme Basiyên İraq û Saddam Husên derbas dibe!“ Em şaş mayî bûn ku çi bêjin! Welatê sosyalîzm yê herî pêşketî de dîsa hukmê partiya faşistên Ereb derbas dibû!.. Lê me dîsa karê xwe weke têkoşer her berdewam dikir. Heya ku ew sosyslizma me bi serî sond dixwar hate rûxandin! Li ciyê wê Dewleta Sowyetê îro Dewleta Rusya û serokê wê Putîn ji cihanê re mîras ma!.. Bi çendek helbestên Seyda Cigerxwîn dixwazim dawî li vê gotara xwe bînim.


Bi çendek helbestên Seyda Cigerxwîn dixwazim dawî li vê gotara xwe bînim.


Lo lo Pismamo


Lo lo pismamotu çima deng na kî
Serê xwe carek bilind ra na kî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j’hev bela na kî
Lo lo Pismamo dizanim xweşmêr î
Pismamê Rustem yan Egîd Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî
Lo lo Pismamo haya Te j’Te be
Çarika min a reş li serê Te be
Roja lêdanê li ber meydanê
Kuştin tim hebe, reva Te ne be
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’pişta xwe girêde rext û fişek e
Pismamê min î, dotmama Te me
Ji Te re kil daye çavê belek e

Kurdistanê Kurdistan


Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye l’bin destan
Barê giran li ser milan
Kurdistana bilind e
Hemî bajar û gund e
Herçi kesê te bixwaze
Divê canê xwe bi te de
Kurdistana pirr xweş e
Xweş Dicle û Nerdoş e
Namûs di sere wî nîn e
Ê te herzan bifroşe
Kurdistana hilmişt e
Ji zêr û gewher mişt e
Em li ber der dergevan
Dijmin têda runiştiye.
Miştî jî petrol û zêr
Dijmin dixwin xêr û bêr
Runiştî textê Kohreş
Li ser taca Erdê Şêr
Kürdistan a pirr zengin
Şax û baxên te rengin
Ne ez têne, le tev kurd
Ji derdê te Cegerxwîn

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin