34 partiyên Rojavayê Kurdistanê êrişa li Elewiyan şermezar kir

34 partiyên Rojavayê Kurdistanê êrişa li Elewiyan şermezar kir

.

A+A-

34 partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li ser zêdebûna êrişên li dijî Elewiyan ên li Hims û xeta beravê daxuyaniyeke hevbeş belav kir û ew êriş bi tundî şermezar kir.

Partiyan birêvebiriya demkî ya Şamê bi "dubarekirina gotinên rejîma berê" tohmetbar kir û hişyarî da ku divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çekan daneyne.

Di nava wan 34 partiyan de pêkhateyên Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî hene.

Di daxuyaniya ku îro hat belavkirin de, bûyerên dawî yên li Hims û herêmên ku nifûsa Elewiyan lê zêde ye wekî "êrişên mezhebî yên sîstematîk" hatin pênasekirin.

"Li Himsê agir berdan malan, sivîl kirin hedef"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çekdar rojên dawî êrişî taxên Elewiyan ên Himsê kiriye, kargeh talan kirine, agir berdaye malan û xelk neçarî koçberiyê kiriye.

Her wiha hat ragihandin ku "Hêzên Ewlehiya Giştî li şûna ku sivîlan biparêzin, rê li ber komên êrişkar vekiriye."

Hat ragihandin ku doh bi guleyên mudaxele li xwenîşandanên aştiyane hatiye kirin ku bi banga Serokê Konseya Bilind a Îslamî ya Elewiyan Şêx Xezal Xezal hatibûn lidarxistin û di bûyeran de gelek kuştî û birîndar hene.

Gotinên Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) ên ku gotibû xwenîşandan "bi handana hêzên derve ne" di daxuyaniyê de bi tundî hatin rexnekirin.

Partiyan got, "Ev tohmetbarî, ducarekirina heman zimanê rejîma berê ye ku her dengê azad bi 'ajantî' û 'komployê' tohmetbar dikir.

Ev nêzîkatî Sûriyeyê ava nake, çawa ku heta niha ava nekiriye. Birêvebiriya niha ya Şamê nîşan da ku di mijara parastina cihêrengiya welêt de ne dilxwaz e û di cewherê xwe de ji birêvebiriya berê ne cuda ye."

"Çareserî federalîzm û destûra nû ye"

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku demildest êrişên li dijî Elewiyan bên rawestandin û berpirsyar werin darizandin

 Hat tekezkirin ku çareseriya krîzê "sîstemeke demokratîk a nenavendî" ye û divê bi beşdariya Kurd, Ereb, Elewî, Xiristiyan, Durzî û hemû pêkhateyên din destûreke nû ya demokratîk were amadekirin.

"Eger HSD çekan deyne dê êrişên wiha dubare bibin"

Sekreterê Giştî yê Partiya Lîberal a Kurd a Sûriyeyê Ferhad Tilo ji Rûdawê re axivî û bûyer wekî hişyariyeke cidî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Tilo li ser senaryoyên eger HSD çekan deyne ev tişt gotin:

"Ev daxuyanî di heman demê de bangawaziyek e ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSDyê: Çekên xwe daneynin.

Eger HSD çekan deyne, tiştên ku li Hims, Laziqiye yan Siwêdayê hatin serê civakên Elewî û Durzî, dê li vir jî ducare bibin. Sûriye ber bi kaoseke mezin ve diçe."

Partiyan bangî Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereban kir ku ji bo parastina sivîlan û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya rasteqîn di bin çavdêriya navneteweyî de bi lez bikevin dewrê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin