33 salan li benda 4 kurên xwe ma lê nedîtin; Dapîra Sebîha wefat kir

33 salan li benda 4 kurên xwe ma lê nedîtin; Dapîra Sebîha wefat kir

.

A+A-

 Sebîha Mihemed Selîm a ku 33 sal bûn li benda 4 kurên xwe bû ku di Enfalê de ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve hatibûn bêserûşûnkirin û kurekî wî jî di nav refên pêşmerge de şehîd bûye, koça dawî kir.

Sabîhe Mihemed Selîm ku ji gundê Benda yê Duhokê bû û dayika 5 şehîdan e, roja Sêşembê di 28ê Kanûna 2021 de li Nexweşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê di temenê 86 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

Çar kurên Sebîhayê di dema Komkujiya Enfalê ya sala 1988an de li herêma Behdînanê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê bi pêşengiya dîktatorê hilweşiyayî Seddam Hisên ve hatine bêserûşûnkirin.

Dapîr Sebîha di 30. salvegera Enfala 2018an de ji Rûdawê re bi çavên tejî rondik re gotibû ku herî dawî zarokên xwe li kelha Nizarkê dîtine ku leşkerên Iraqê ewder weke navenda polîsan bikar dianîn. Herwiha kurekî wê yê Pêşmerge jî şehîd bûye.

Silêman Seîd, xizmekî Sebîhayê ji Rûdawê re ragihand, “Sala 1988 di proseya Enfalê de çar kurên Sebîhayê ketin destê artêşa Beis û heta niha jî bêserûşûnin, kurekî wê jî şehîdê senger e.”

Bêwar Bendî xizmekî din ên Sebîhayê ji Rûdawê re got, “Dema çendîn salan bû bi sedema nexweşiyê, rewşa wê ya tendirustî têk diçû. Her ji bêserûçûnkirina kurên wê ve di sala 1988an de tûşî çend nexweşiyan bûye, tevahiya temenê xwe di bendewariya aşkerebûna çarenivîsa kurên xwe de derbas kir, beriya 20 rojan kirîza mejî derbas kir, û roja Sêşembiyê koça dawî kir.”

Nêçîrvan Barzanî di sala 2018ê de ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, madalyayê Şerefê pêşkêşî Sabiha Mihemed Selî kir.

Yek ji xizmên bi navê Bêwar Bendî ji Rûdawê re wiha got, “Dapîra Sabîha beriya 20 rojan xwînrêjiya mejî derbas bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê mixabin wefat kir.”

Sabîha Mihemed Selîm li gundê Bendê gundê ku lê ji dayik bûbû li Goristana Şaxkê ya bajarê Duhokê hate veşartin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin