
300 Kurd ji bo hilbijartinên Nordrhein-Westfalenê bûne namzed
.
Piştî du hefteyan dê li eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) ya Almanyayê hilbijartinên ji bo serokatiya şaredariyan, meclîsên şaredariyan, navçeyan û meclîsên entegrasyonê bên kirin.
Li vê eyaletê ku mezintirîn diyasporaya Kurdan a li cîhanê lê dijî, nêzîkî 300 Kurd wekî berbijêr beşdarî hilbijartinan dibin.
Ciwanên Êzidî û Kurdên Rojava di nava siyasetê de ne
Li gor agahiyên Rûdawê, 6 Êzidî li bajarên cuda yên vê herêmê bûne berbijêr. Yek ji wan Hilmend Xelat e, ku ji sala 2000an li Şaryaya Duhokê ji dayik bûye û niha li ser lîsteya Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) berbijêr e.
Hilmend Xelatê ku li Zanîngeha Kolnê beşa civakî dixwîne, dibêje armanca wî ew e ku di komîteyên karûbarên biyaniyan de cih bigire û alîkariya koçberan bike:
“Ez dibînim ku gelek kesên ji sala 2015an ve hatine, niha biryara vegerandina wan derketiye. Piştî deh salan veger gelekî zehmet e. Ez dixwazim derfetan biafirînim da ku mirov bizanibe dê çarenivîsa wî çi be û çawa dikare li vir jiyana xwe bidomîne.”
Li bajarê Herneyê jî ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê di bin lîsteya "Bi Hev Re Ji bo Hemûyan" de bûne namzed.
Namzeda Kurd Hêlîn Ebdoyê got, “Gelek Kurdên me mafên xwe nizanin. Em dixwazin rêberiya wan bikin û alîkariya wan bikin.”
Yekbûn û banga yekrêziyê
Li bajarê Leverkusenê ku nêzîkî 15 hezar Kurd lê dijîn, lîsteyeke Kurdî bi navê "Yekbûn" beşdarî hilbijartinan dibe.
Çalakvanê hilbijartinê Îsmaîl Casim got, "Dem hatiye ku Kurd li Almanyayê xwe nîşan bidin. Vê carê hemû Kurdên her çar parçeyan yekgirtî ne."
Lê çalakvana din Berfîn Çelen balê kişand ser astengiyan û got:
"Pirsgirêka herî mezin nebûna yekrêziyê di nav komeleyên Kurdî de ye. Em sê sal in hewl didin hemû komeleyan yek bikin."
Jin pêşengiyê dikin
Li bajarê Bochumê jî, lîsteya "ILBÖ Internationalist" ku piraniya berbijêrên wê jin in, ji bo mafên koçberan têdikoşe.
Namzed Arjîn Bîrhemîogluyê, "Em dixwazin jiyanê ji bo koçberan hêsan bikin. Yek ji projeyên me yên sereke dabînkirina cihên lênêrîna zarokan ji bo dayikan e, da ku ew karibin kar bikin an ziman fêr bibin."
Têkoşîna li dijî nijadperestiyê
Yasîn Kut ku 35 sal in li Almanyayê dijî û namzedê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ye li Lüdenscheidê, tekezî li ser girîngiya rûbirûbûna nijadperestiyê kir û got:
"Beşdariya me ya çalak di siyasetê de û xurtkirina nûnertiya me, baştirîn rê ye ji bo rûbirûbûna partiyên nijadperest."
Yek ji projeyên sereke yên Kut jî, dabînkirina baxçeyên zarokan ên bêpere ye ji bo zarokên sê salî.
Banga beşdariyê li hemû Kurdan
Her çend berbijêr ji partî û lîsteyên cuda bin jî, hemû li ser yek xalê hemfikir in: Pêwîstiya beşdariya çalak a Kurdan di hilbijartinan de. Ew bang li hemû Kurdên li eyaleta NRWyê dikin ku di 14ê Îlonê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin berbijêr û lîsteyên Kurdî.
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin