
30 saliya çalakiya Dayikên Şemiyê: Em dev ji doza xwe bernadin
.
Di ser çalakiya Dayikên Şemiyê re 30 sal derbas bûn ew bi israd li dû şopa windayan in û dixwazin aqûbeta wan bê eşkerekirin.
Beriya bi 30 salan wekî îro Dayikên Şemiyê ji bo dîtina aqûbeta xizmên xwe yên winda li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê çalakiyan dest bi çalakiyan kir.
Dayikên Şemiyê dibêjin, ew 30 sal in li pey edaletê ne û heta 300 sal jî derbas bibe ew dê dev ji doza xwe bernedin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku li cîhanê yek ji çalakiyên bêîtaetiya sivîl ya herî dirêj e, ji 27ê Gulana 1995an ve didome. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), aqûbeta 8 hezar kesên di dema desteserkirinê de hatine windakirin hêj nayê zanîn.
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor jî tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bû û ji Rûdawê re axivî û got, divê êdî Tirkiye di mijara çalakiya Dayikên Şemiyê de berpirsyariyên xwe bîne cih.
1,053 hefte ye Dayikên Şemiyê ji hikûmetê dixwazin aqûbeta xizmên wan bê eşkerekirin
Dayikên Şemiyê ev 1053 hefte ne ku doza aqûbeta windayiyên xwe dikin. Ji sala 1995an heta niha êdî 3 nifş derbas bûn.
Ji ber vê yekê jî Dayikên Şemiyê bi neviyên xwe re tên meydanê û têkoşîna xwe didin.
Dayikên Şemiyê pirî caran bi erdê ve hatin kaşkirin, bi sedan car hatin desteserkirin û derbarê wan de li dadgehan doz hatin vekirin. Lê wan ti carî dev ji doza xwe berneda.
"Bila aqûbeta windayiyên me eşkere bikin"
Siyasetmedarê Kurd Fehmî Tosun di 35 saliya xwe de û dema bavê 5 zarokan bû, 19ê Çiriya Pêşîn a 1995an de li ber mala xwe ya Avcilar a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate revandin û pişt re hate windakirin.
Ji wê rojê ve ev 30 sal in, hevjîna Fehmî Tosun Hanim Tosun û keçikên wî Besna û Jiyan Tosun her hefte li vê meydanê pirsa aqûbeta wî û bi hezaran windayiyan dikin.
Hevjîna Fehmî Tosun Hanim Tosunê got: “Ev 30 sal in em li vir in. Ger çareserî çêbibe lazim e ku ev bariyer nehatina dayîn. Ger bixwazin aştî û çareserî çêbibe bila Meydana Galatasarayê ji me re vekin. Bila aqûbeta windayiyên me eşkere bikin û failên wan derxin holê.”
Dayikên Şemiyê wekî her hefteye roja şemiyê ji malên xwe bi wêneyên xizmên xwe yên ku hatine windakirin û bi qurnefîlan berê xwe didin Meydana Galatasarayê ku ev cih bûye sembola berxwedana wan.
Ridvan Karakoç jî di sala 1995an de piştî hat desteserkirin hat windakirin.
Malbata wî jî dixwaze ku berpirsên rastîn ên nav dewletê derkevin holê û bêne cezakirin.
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî got: “Ev 30 sal in em li pey edaletê ne, 300 sal jî derbas bibe em dê dev ji doza xwe bernedin.
Em gelek caran rastê desteserkirin, qedexekirin û dozan hatin lê me ti carî dev ji doza xwe berneda.”
Windayiyên ji gelên din
Di nav kesên ku hatine windakirin de ne tenê siyasetmedar û şoreşgerên Kurd; şoreşger û demokratên ji gelên din jî hene. Yek ji wan windayiyan jî Hayrettin Erenê Çerkez e ku ji 21ê Çiriya Paşîn a 1980an û vir ve aqûbeta wî nayê zanîn.
Xwişka Hayrettin Eren Îkbal Erenê jî got: “Hayrettin Eren piştî hat binçavkirin li Emniyeta Gayrettepeyê hate windakirin.
Ev 45 sal in ku em têkoşîna xwe didomînin. 15 salên ewil wekî malbatê me têkoşîna xwe kir lê 30 salên dawî jî bi malbatên windayiyan re li Meydana Galatasarayê ne.
Em dixwazin aqûbeta windayiyên me bêne eşkerekirin.”
Amor: Divê Tirkiye berpirsyariyên xwe bîne cih
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor ku ji bo çend hevdîtin û serdanan bike li Tirkiyê ye jî tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bû.
Amor ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku divê êdî Tirkiye di vî warî de berpirsyariyên xwe bîne cih.
Nacho Sanchez Amor Amor got, “Ez kêfxweş im ku di salvegera çalakiya Dayikên Şemiyê de ji bo piştgiriyê li vir im. Lazim e jixwe çalakiya wan her daîm bêne piştgirîkirin.
Ev dibe cara sêyem ku ez tevlî wê dibim. Lazim e êdî ew ji aliyê berpirsan ve bêne mixatabgirtin.
Divê Dayikên Şemiyê bêyî qedexe û sînordarî li Meydana Galatasarayê bicivin.
Her wiha divê rayedarên Tirkiyeyê daxwazên wan qebûl bikin.”
Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ÎHD, aqûbeta 8 hezar kesan hêj nayê zanîn.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku di dema binçavkirinê de ji aliyê dewletê ve hatibûn windakirin û kuştin bipirsin û failên wan bên darizandin ji 27ê Gulana 1995an ve li Meydana Galatasarayê têkoşîna xwe berdewam dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin