3 Body Problem: Sê kes cîhanê rizgar dikin, yek ji wan şervaneke Kurd e

3 Body Problem: Sê kes cîhanê rizgar dikin, yek ji wan şervaneke Kurd e

.

A+A-

Di rêzafîlma 3 Body Problemê ya Netflixê de karakterek rola şervana YPJyê dilîze û li dijî fezayiyan şer dike.

Platforma sînema û rêzefîlman a dijîtal Netflixê di beşa 8an a sezona yekem a rêzefîlma bi navê “3 Body Problem”ê de behsa civîneke taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser parastina cîhanê ya ji fezayiyan dike.

Di civînê de 3 kes wekî rizgarker û parazvanên cîhanê ji fezayiyan hatine hilbijartin ku wekî "Wallfacer" hatine binavkirin. 

Li gorî rêzefîlmê yek ji wan kesên hatiye hilbijartin endama Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) şervana Kurd Leyla Ariç e ku li Reqayê beşdarî şerê DAIŞê bûye.

Rola "Leyla Ariç"ê ya rêzefîlmê ji aliyê Salem Murphyê ve hatiye lîstin ku cilên leşkerî yên YPJyê li xwe kirine.

Di civîna Neteweyên Yekbûyî de ji bo Leyla Ariçê tê gotin:

”Xanim Ariç bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞê ya li Reqayê navdar bû” û ew di gelek şeran de bi ser ketiye.

Wekî din, li gorî agahiyên li ser Netflixê keseke bi navê Leyla Ariçê wekî "qehremaneke şer a Kurdan" hatiye binavkirin.

Rêzefilm di nava mehekê de li seranserê cihanê bû yek ji filmên herî zêde tên temaşekirin ên Netflixê.

Senarîst û nivîskarên weke David Benioff, D. B. Weiss û Alexander Woo rêzefîlm ji romana nivîskarê Çînî Liu Cixin a bi navê 3 Body Problemê adapte kiriye.

Rêzefîlmê 21ê Adarê dest bi weşanê kir.

Herwiha lîstikvanê naskirî yê Amerîkayî Brad Pitt jî yek ji çêkeren rêzefîlmê ye.

Rêzefîlm di demeke kurt de di torên medyaya civakî de bû rojev.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin