2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê destpê kir

2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê destpê kir

.

A+A-

Festîval bi nîşandan fîlmê "Kurdên Êzidî" destpê kir. Di merasîma vekirinê de Koma Aryenê jî konserek da û stranên xwe pêşkêş kirin.

2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê duh (24ê Adarê) bi şev bi merasîmeke taybet destpê kir. Merasîma vekirinê li Şîşliyê, li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaşî pêk hat. 

Derhênerên wê fîlmên wan di festîvalê de werin nîşandan û girseyeke qerebalix sînemahez beşdarî bernameyê bûn ku salon tijî bûbû. Her weha Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevserokên rêxistina Stenbolê ya HDPyê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, Dayikên Aştiyê û nûnerên partiyên siyasî, yên saziyên civaka sivîl jî beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Ji ber ku di pîrozbahiyên Newroza 2022yê de polîsan destûr nedabûn kesên bi cil û bergên kurdî bikevin qadên Newrozê, endamên Mezopotamya Sînemayê, Navenda Çanda Sînemayê û hin beşdar bi cil û bergên kurdî tevî merasîma vekirinê bûn. 

Di merasîma vekirina festîvalê de Koma Aryen konserek da û stranên bi kurdî û ermenkî strîn. Piştî konserê fîlmê "Kurdên Êzidî" hate pêşkêşkirin. Amasi Martirosyanî ev fîlm di sala 1933yê kişandiye û behsa jiyana Kurdên Êzîdî ya di dema beriya sîstema Sosyalîzmê û piştî wê dike. Fîlm ji ber ku bêdeng e, Koma Aryenê bi muzîka xwe beşdarî nîşandana fîlmî bû.  

2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê wê heta 29ê Adarê dewam bike. Di festîvalê de wê li ser hev 27 fîlmên metrajdirêj, metrajkurt û belgefîlm werin nîşandan. Her weha wê bi beşdariya derhêner û sînemageran di 28ê Adarê de forûmek were li darxistin. Di 29ê Adarê de jî wê bi nîşandana fîlmê "Namo" festîval bidawî bibe.

Bilêtên festîvalê li ser malpera mobiletê tên firotin

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin