26 hezar kesan ji Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo penaberiyê serî li YEyê daye

26 hezar kesan ji Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo penaberiyê serî li YEyê daye

.

A+A-

 Li gorî rapora Yekîtiya Ewropayê (YE) par zêdetirî 26 hezar welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê mafê penaberiyê xwestine û ji sedî 38ê serlêdanan hatine qebûlkirin.

Li gorî amarên Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAA), serlêdanên penaberiyê yên li Yekîtiya Ewropayê ji sedî 18 zêde bûne.

Di sala 2023yan de gihiştiye 1,14 mîlyon kesan.

Amar nîşan didin ku di Sala 2023yan de serlêdanên penaberiyê ji krîza penaberan a 2015-2016an û vir ve gihiştiye asta herî bilind.

Herî zêde serlêdan ji Almanyayê çêbûne

Li rapora EUAAyê welatê ku herî zêde ji bo Almanyayê serlêdan çêbûne  û ji sê parên yek serlêdanan ji bo wî welatî ne.

 Piştî Almanyayê Fransa, Spanya û Îtalya tên.

Elmanya bi qasî 335 hezar serlêdanên penaberiyê di rêza yekemîn de cih girt, li Fransayê 167 hezar, li Spanyayê 162 hezar û li Îtalyayê 136 hezar kesan serlêdana penaberiyê kirin.

Ji bo Almanya 335 hezar kesan serlêdana penaberiyê kiriye û ji Fransayê 167 hezarkesan, ji bo Spanyayê 162 hezar kesan  û ji Îtalyayê 136 hezar kesan serlêdana penaberiyê kiriye.

Serlêdanên welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê li gorî sala borî kêm bûne.

Li gorî raporê, par 26 hezar û 131 welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê mafê penaberiyê xwestiye.

Di sala 2022an de 27 hezar û 64 welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê mafê penaberiyê xwestiye.

Li gorî ajansê di sala 2023yan de ji sedî 38ê serlêdanan hatin qebûlkirin, ji sedî 6ê wan hêj tên nirxandin û ji sedî 56ê serlêdanan jî hatin redkirin.

Almanya yek ji wan welatan e ku hemwelatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê serlêdanê dikin.

Ji sedî 43ê serlêdanan  ji bo Almanyayê hatine kirin. Li pey Almanyayê Yûnanîstan, Hollanda, Swêd, Awisturya û Fînlanda tên.

Herî zêde ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê serlêdan çêbûne

Herî zêde ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê serlêdan ji bo mafê penaberiyê çêbûne û piştre jî ji Efxanistanê.

Ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di sala 2023yan de 181 hezaran kesan mafê penaberiyê xwestiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin