25 sal berîya niha Rejîma Îranê bi 'Terorîzma Navdewletî' hate mehkûmkirin

25 sal berîya niha Rejîma Îranê bi 'Terorîzma Navdewletî' hate mehkûmkirin

.

A+A-

Roja 10ê Nîsanê, 25 sal bi ser biryara dîrokî ya dadegha “Mîkonos”ê re derbas dibin.

Dadgeha “Mîkonos”ê li ser terora sekirtêrê wê demê yê PDKÎ, Dr. “Sadiq Şerefkendî”, “Fetah Ebdulî”, nûnerê PDKÎ li Ewropayê , “Homayûn Erdelan” Nûnerê PDKÎ li welatê Alman û “Nûrî Dêhkurdî” çalakvanê siyasî bi rêve çû.

Di wê kiryara terorîstî de ku li bajarê “Berlîn”ê li restûrana bi navê “Mîkonos”ê de hatibû kirin, pîlana vê terorê ku piştre ji aliyê dadgehekê bi navê “Mîkonos”ê li welatê Alman hate eşkerekirin ku biryara wê terorê ji aliyê rejîma Îranê û bi rêya hejmarek ji kesên girêdayê rejîma Îslamiya Îranê ve bê kirin. 

Dadgeha “Mîkonos”ê di heyamê 3 salan de 247 kombûn û bi şahidîdana 176 kesan li ser dosyiya terora Mîkonosê bi rê ve çûn û rejîma Îranê bi “terorîzma navdewletî” hate mehkûmkirin.

Hukmê dadgeha “Mîkonos”ê li meha “December 1998” bi tevahî hate erêkirin û karbidestên herî payebilindên rejîma Îranê li dosyeya “Mikonos”ê, hatine mehkûmkirin. 

Piştre li 21ê meha Nîsana sala 2004 an, li cihê restûrana “Mîkonos”ê ku niha jî dayxuistî ye, perde li ser tabloyek ji qurbaniyên terora Mîkonos”ê hatibû hildan.

Li ser wê lewhê hatiye nivîsandin: “Di wî cihî de, cihek ku berê restûrana Mîkonosê bû, li Roja 17 Septembera 1992an a Zayînî, rêberên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, DR. Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî û Homayon Erdelan û herwisa siyasetmedarê rûniştiyê bajarê Berlînê Nûrî Dêhkurdî ji aliyê karbidestên wî çaxiye Îranê ve hatine terorkirin, wan canê xwe di rêya tekoşîn bo azadî û mafê mirov ji dest dane”.

Roja 10 Nîsana 1997 an, dadgeha Berlînê hukmekê dîrokî da û di wî hukmî de rêberên rejîma Îslamiya Îranê û serveyî hemûyan, “Elî Xamineyî, Refsencanî û Felahiyan” li ser biryardan bo terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi tawanbar nas kirn.

Çavkanî: Kurdistanmedia

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin