
22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
.
Birêvebiriya Karûbarên Mînan li Hewlêrê ragihand ku, di meha borî de 559 mînên dijî mirovan hatin pûçkirin û 755 hezar 646 metreyên çargoşe yên erdê mînkirî jî hatin paqijkirin.
Birêvebirê Karûbarên Mînan li Hewlêrê Elî Ebdirehman îro (Çarşem, 17.12.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di dema 11 mehên borî de, 755 hezar û 646 metreyên çargoşe yên rûberê erdê mînkirî hatin paqijkirin, herwesa hezar û 559 mînên dijî kesan û du mînên dijî tankan jî hatin pûçkirin.”
Elî Ebdirehman herwesa got: "22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer tevî bombeyeka çandî hatin pûçkirin, herwesa îsal 10 zeviyên mînan û deverên xeter jî hatin paqijkirin û ji xwediyên wan re hatin vegerandin.”
Birêvebirê Karûbarên Mînan li Hewlêrê amaje jî da ku, di dema 11 mehên borî de li parêzgeha Hewlêrê şeş kes mirine û çar kesên din jî birîndar bûne û bûne xwediyên pêdivîtiyên taybet.
Ji 779 kîlometreyên çargoşe yên erdê mînkirî li Herêma Kurdistanê, heta niha 576 kîlometreyên çargoşe hatine paqijkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin