2 keçên din ên Kurdên Êzidî ji Kampa Holê hatin derxistin

2 keçên din ên Kurdên Êzidî ji Kampa Holê hatin derxistin

.

A+A-

Ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê 2 keçên Kurdên Êzidî yên ku berî 9 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin hatin derxistin û ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Piştî nêzîkî neh salan, ew gihîştine hembêza xizmên xwe. Xizmên wan bi tililî û belavkirina şîrîniyê, hembêzên germ û çavên tijî hêsiran pêşwaziya wan kirin. Aliya û Besê yên 12 û 13 salî, du keçên Kurdên Êzidî yên ku di sala 2014an de ketibûne destê DAIŞê, piştî demeke dirêj a bendewariyê gihîştine nav malbatên xwe yên li Kampa Çem Mişko ya Zaxoyê. Ji ber ku dema ketine destê DAIŞê zarok bûn zimanê dayikê ji bîr kirine.

Besê Xelef a ku ji destê DAIŞê hate rizgarkirin got, “Em li wir her dem di nava kampê de bûn û me hêvî dikir ku em xizmên xwe bibînin û vegerin û kêfxweş bibin. Şukir ji Xwedê re em niha vegeriyan.”

Xwişka wan Zînê jî berî sê salan hatibû rizgarkirin. Malbata wê ya ji 8 kesan pêk tê li gundê Solaxî yê Şingalê ketine destê DAIŞê û heta niha jî dê û bavê wê, 2 bira û xwişkeke wê winda ne.

Zînê Xelef anî ziman, “Hêvîdar im carek din dê û bavê xwe û xwişk û birayên xwe bibînim, em ê kêfxweş bin û em dixwazin çend kes di destê wan kafiran de hene wisa bi saxî û silametî vegerin. Dema em li wir bûn me çi caran dayik, bav, xwişk û birayên xwe nedîtin, ev sê roj in min xwişkên xwe dîtine, ez gelekî kêfxweş im.”

Aliya û Besê beriya sê mehan hatin rizgarkirin lê ji ber encamên testa DNAyê vegera wan bi derengî ket.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî Husên Qaidî got, “Bi awayên taybet me hin agahî li ser berhev kirin û heta ku em gihîştin wê encamê ku ev keçên me ne, demeke dirêj derbas bû ku heta me karibû îro rizgar bikin.”

Di sala 2014an de 6 hezar û 417 keç û jinên Kurdên Êzidî ketine destê DAIŞê, heta niha 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin û çarenivîsa yên din ne diyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin