
2 hezar çekdarên DAIŞê yên Tirk ji Sûriyeyê bo Iraqê tên veguhestin
.
Medyaya Tirkiyeyê hûrgiliyên nû derbarê veguhestina girtiyên DAIŞê ji Sûriyeyê bo Iraqê eşkere kirin. Li gorî nûçeyan, nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên ku nasnameya Tirkî hildigirin, ji girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ber bi Iraqê ve tên şandin.
Ev prose, di çarçoveya rêkeftineke sêalî ya ewlehî û dadwerî de ye ku di navbera Bexda, Washington û Enqereyê de hatiye îmzekirin. Bi giştî biryar e 7 hezar girtiyên DAIŞê werin veguhestin ku ji wan derdora 2 hezar kes, welatiyên Tirkiyeyê ne.
Tîmên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hevahengiya Amerîkayê, bi rêya şopa tiliyan û lêkolînên hûr, nasnameyên van girtiyan pişrast kirine, da ku bi temamî zelal bibe bê ka kîjan ji wan welatiyên Tirkiyê ne.
Di nava lîsteya veguhestinê de çendîn serkirdeyên diyar û xeternak ên DAIŞê hene. Yek ji wan Ilyas Aydin e ku bi navê "Ebû Ubeyde" Mîrê Stenbolê) tê naskirin. Aydin bi teqîna mezin a Enqereyê ya sala 2015an tê tometbarkirin. Herwiha navên mîna Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî, ku di lîsteya herî xeternak a Tirkiyeyê de ne, di nava kesên tên veguhestin de ne.
Iraq, Tirkiye û Amerîka li hev kirine ku tometên "jenosîd" û "tawanên li dijî mirovahiyê" arasteyî van serkirde û endamên DAIŞê bikin. Enqere û Washingtonê soz dane ku hemû belge û zanyariyên îstîxbaratî yên di destê wan de ne, radestî dadgehên Iraqê bikin.
Li gorî planê, piştî ku ev kes li Iraqê ji lêpirsînê derbas bibin û dadgehkirina wan a destpêkê bidawî bibe, dê radestî Tirkiyeyê werin kirin. Li Tirkiyeyê dê li gorî yasayan, cezayên xwe biqedînin an jî ji nû ve werin dadgehkirin.
Bexda ev demeke dirêj e daxwaz ji welatên cîhanê dike ku welatiyên xwe yên endamên DAIŞê werbigirin û berpirsiyariya wan hilgirin, da ku barê ewlehî û yasayî yê li ser Iraqê sivik bibe. Ev rêkeftina sêalî wekî pêngaveke giring ji bo çareserkirina vê krîzê tê dîtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin