
2 hevpeymaniyên siyasî , peyameke hevpar a pîrozbahiya 2ê Rêbendanê belav kirin
.
Hevpeymaniyên “Kongireya Netewên Îrana Federal û Yekgirtina Giştî bo Azadî û Vekhevî li Îranê” li 17ê kanûna Paşîn de, peyameke hevpar bi hilkefta 2ê Rêbendanê rû bi têkoşerên Kurd û endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê belav kirin.
Li destpêka vê peyamê de hatiye Têkoşerên Kurd û endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 80emîn salvegera avakirin a Komra Kurdistanê li 2ê Rêbendana 1324 a Rojî ku hewldanek li pêxema mafê diyarîkirina çarenivîsa gel bo gihîştin bi azadî, dêmokrasî û dadperweriya civakî li Kurdistanê bû, gerimtirîn pîrozbahiyan xwe pêşkêşî we dikin.
Li beşeke din a vê peyama hevpar de hatiye, piştevanîkirina gelek berfireh a xelkê Kurdistanê li banghêjiya Hizban, nîşanderê asta herî bilind a hişariya siyasî ye û em vê yekgirtin û serkevtina bi şan li xelkê hişar ên Kurdistanê û tevgera azadîxwaz li seranserê Îranê, pîroz dikin.
Li vê peyamê de hatiye: Kongireya Netewên Îrana Federal, daxwaza Îranek azad, skolar, federal û hikûmetek li ser pêgeha daxwaziya mafên netewî bi pêka carmaneya cîhanî ya mafên mirovî dike.
Herwisa li vê peyamê de îşare bi gotineke bi şan a “Dr. Qasimlo” hatiye kirin ku gotibû “siyaseyta me ev nîne ku her kesek dostê me nebe, dujminê me ye”,
Herwisa li vê peyamê de hatiye ku kes nikare banghêjî bo xebata li pêxema azadiya bo paşerojê bike lê xwe li îro de rêz ji azadî û dêmokrasiyê negre.
Herwisa li vê peyama hevpar de hatiye ku herifandina rêjîma Îranê yekem pêngaw bo rizgarkirina gelên Îranê û netewên bindest e.
Li dawiya peyama hevpar a “Kongireya Netewên Îrana Federal ya taya Stockholmê û Yekgirtina Giştî bo Azadî û Vekhevî li Îranê” de hatiye ku dibe helwîsta herifandina rêjîma bidarvekirin, kuştin û tawankariyan, bibe helwîsat hemû Hizb û rêkxuravên siaysî û medenî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin