
180 malbatên Ereb ji Efrînê derketin
.
Hate ragihandin ku îro 22yê Kanûnê karwaneke din a ku bi dehan malbatên Erebên hawirde tê de cî digirt, ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê derket.
Karwan ji 180 malbatên Erebên hawirde pêk dihat û ji Efrînê derket û berê xwe dan cih û warên xwe yên li parêzgehên Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye, 18ê vê mehê jî karwaneke ji dehan otombîlan ên malbatên Erebên hawirde ji navenda bajarê Efrînê derketibûn û berê xwe dabûn Şama paytexya Sûriyê.
23ê Mijdarê jî 39 wesayîtên barkirî bi kelûpelên malan ên Erebên hawirde ji Efrînê derketibûn û berê xwe dabûn Şamê.
Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Ehmed Hesen beriya niha dabû xuyakirin, derketina Erebên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê berdewam dike û rêjeya mezin derketine, di heman demê de vegera Kurdan bo Efrînê hêsan bûye ji ber ku hemû rê hatine vekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin