18 Kes di Êrîşên Îdlibê de Hatin Kuştin

18 Kes di Êrîşên Îdlibê de Hatin Kuştin

AFP ragihand ku li Îdlibê 18 kes di êrîşên esmanî yên rejîma Beşar Esad de, hatin kuştin.

A+A-

AFP ragihand ku li Îdlib ya Sûrîyê 18 kes di êrîşên esmanî yên rejîma Beşad Esad de hatin kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku di nav kuştîyan de 7 zarok jî hene.

Di êrîşan de, ku tê ragihandin ku dijî du gundan pêk hatine, bi kêmî e 45 kes jî birîndar bûn.

AFP dide zanîn ku di nav kuştiyan de Enes El Cabê rojnamevan jî heye û dîyar dike ku dibe ku ji nav kavilan pirtir kuştî werin derxistin.

Îdlib herêma dawî ya di destê serhildayan de ye û êrîşên dijî wê herêmê ji dawîya Nîsanê vir ve careke din gur bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin