
14 sal di ser koça dawî ya Daniella Mitterrand re derbas dibin
.
Îro 14 sal di ser koça dawî ya dosteha herî nêzîk a Serok Barzanî û gelê Kurd Daniella Mitterrand re derbas dibin. Ev xatûna Fransî ku ji ber xizmetên xwe yên bêhempa wekî "Diya Kurdan" tê naskirin, roleke serekî di parastina gelê Kurdistanê û gihandina dengê wan bo cîhanê lîstiye.
Daniella Mitterrand, hevjîna Serokê berê yê Fransayê François Mitterrand (1981–1995), di sala 1924an de li herêma Verdun a rojhilatê Fransayê ji dayik bû û di sala 2011an de koça dawî kir. Ew wekî çalakvaneke mafên mirovan, di qonaxên herî dijwar de bû palpişta gelê Kurd.
Serok Mesûd Barzanî, di Mijdara 2024an de di merasîma 100 saliya jidayikbûna Daniella Mitterrand de li Hewlêrê, behsa dilsoziya wê kiribû û gotibû: "Mafê wê xatûnê li ser me gelê Kurdistanê gelek e. Ew yekem kesa Ewropî bû ku ji bo Kurdan rondik barandin û ew rondikên wê ti carî nayên jibîrkirin. Eger temen rê daba, wê hîn zêdetir ji bo Kurdistanê bikira. Ez şanaziyê dikim ku min li Washingtonê 'Xelata Aştiyê' pêşkêşî Daniella Mitterrand kir."
Rola wê di Koçberiya 1991 û Herêma Aram de
Di sala 1991ê de, dema ku bi sed hezaran Kurd ji ber êrîşên rejîma Beisê koçberî ser sînoran bûn, Mitterrand ji Parîsê hat û li ser sînor bi Serok Barzanî û penaberan re hevdîtin kir. Wê li wir gotibû: "Me hewl daye dengê Kurdan bigihînin cîhanê."
Giringtirîn rola wê, bandora li ser hevjînê wê François Mitterrand bû ji bo piştevaniya projeya "Herêma Aram" (No-Fly Zone). Van hewldanan ligel fişara serkirdayetiya Kurd, bûn sedema derxistina Biryara 688 a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî, ku bû bingeha parastina Kurdan û avakirina kiyana Herêma Kurdistanê.
Serok Barzanî wê demê bibîr tîne û dibêje: "Di Adara 1992an de min jê pirsî 'em ber bi hilbijartinan ve diçin, ez çi peyama te bigihînim?', wê got: 'Ji xelkê Kurdistanê re bibêje ku dosteke we yê dilsoz li Koşka Élysée (Koşka Serokatiya Fransayê) heye'."
Daniella Mitterrand ku bi rêya weqfa "France Libertés" gelek alîkariyên mirovî pêşkêşî Kurdistanê kirine, di sala 2009an de serdana Parlamentoya Kurdistanê kiribû.
Wê di gotara xwe ya li parlamentoyê de gotibû: "Ez gelekî kêfxweş û bextewar im, li Kurdistanê hest dikim ku li welatê xwe me, em yek malbat in. Pirrengiya parlamentoyê cihê şanaziyê ye û hebûna opozîsyonê nîşaneya demokrasiyeke gihîştî û tendurist e."
Îro wekî rêzgirtinek ji bo xebat û dostiya wê, gelek dibistan, kolan û cihên giştî li Herêma Kurdistanê bi navê Daniella Mitterrand hatine binavkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin