11 sal di ser şerê navxwe yê Sûriyê re derbas bûn

11 sal di ser şerê navxwe yê Sûriyê re derbas bûn

.

A+A-

"Wêrankariya li Sûriyê derketiye holê, di dîroka nû de bê wêne ye."

 Birîkarê Berpirsê Karûbarên Mirovî û Nûnerê Alîkariya Rewşên Hawarçûnê yê ser bi Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths ragihand; wêrankariya li Sûriyê derketiye holê, di dîroka nû de bê wêne ye.

Martin Griffiths destnîşan kir; di dirêjahiya şerê navxwe yê 11 salan yê Sûriyê de, nêzîkî 350 hezar kes hatin kuştin, 14 milyon welatiyên Sûriyê awareyî welatên cîhanê bûn.

Griffiths eşkere kir; di dema 11 salan de 5 milyon zarok li Sûriyê jidayîk bûne, ku bi awayekî berdewam li nav şer û nexweşiyê bûne. Herwiha dibêje: “Hîn jî li hinek deverên Sûriyê, welatiyên sivîl têne kuştin û birîndarkirin.”

Martin Griffiths diyar dike; rewşa Kampa Holê bi yekcarî têk çûye, ku 56 hezar malbatên DAIŞê tê de ne, piraniya wan jin û zarok in, di şerê navxwe yê Sûriyê de ew kamp bêhtir berfireh bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin