Zîrek Kemal: Peyama Trump a bo Newrozê pêgeha Kurdistanê nîşan dide

Zîrek Kemal: Peyama Trump a bo Newrozê pêgeha Kurdistanê nîşan dide

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, peyama Serokê Amerîkayê bo Serokê Kurdistanê, dewama wê civînê bû ku di navbera Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de pêk hatibû.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje, peyama Trump a bo Serokê Herêma Kurdistanê, peywendî bi giranahîya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê û bi şêweyekê jî peywendî bi karîgerîya rola Serokê Herêma Kurdistanê heye hem li ser asta herêmî û hem li ser asta navçe û Ewropayê.

Zîrek Kemal, Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, derbarê girîngîya şandina peyama pîrozbahîyê bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji alîyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, dibêje, “Ew peyam gelek girîng bû, di demekê de ku cîhan mijûl e bi navxweya xwe, bi Amerîkayê jî ku niha li piranîya bajarên hestyar ên Amerîkayê, vîrusa Koronayê bi şêweyekî berbelav belav dibe, lêbelê ev nebûye sedem ku Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî Cejna Newrozê ji bîra wî biçe.”

Li gor Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, xaleke din a wê peyamê jî, “behskirin e li ser hemahengî û hevkarîya asayiş û aborî ku herdu jî bo Herêma Kurdistanê gelek girîng in” û dîyar dike ku aborî û asayîş du stûnên herî sereke ne ku welatekê li ser lingan dihêlin û tekez dike, “Ev jî girîngîya Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê nîşan dide û divê me jî helwest li ser hebe, divê me bixe nav haleta hizirkirina ku em ne dewlet in û di çarçoveya dewleta Iraqê de ne, lêbelê Serokê bihêztirîn welatê cîhanê, aborî û asayişa me girîng dibîne. Wate ew jî bêyî berjewendîyên xwe miamele li gel alîyekî din nakin.”

Derbarê ‘destkevtên mezin ên li dijî DAIŞê’ ku Trump jî amaje pê kiribû û Kurd weke hemaheng û hevkarek tên dîtin, Zîrek Kemal dibêje, Kurdan dikin beşek ji pêkanîna serwerîyeke yekcar girîng bo xwe û ev jî xaleke girîng e.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, peyama Serokê Amerîkayê bo Serokê Kurdistanê, dewama wê civînê bû ku di navbera Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de pêk hatibû.

Zîrek Kemal tekez dike, beşeke peyama Donald Trump peywendî bi giranahîya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê hebû û beşekê jî peywendî bi karîgerîya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hebû hem li ser asta herêmî û hem li ser asta navçeyî û Ewropayê jî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja 26ê vê mehê, bi boneya Cejna Newrozê nameyeke pîrozbahîyê bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şand û bi navê xelkê Amerîkayê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir.

Hevdem Serokê Herêma Kurdistanê jî li hember vê nameya Donald Trump, spasî û kêfxweşîya xwe pêşkêş kir û daxwaza bihêzkirina peywendîyên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de kir.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin