Zinarê Xamo: Kurdistan navê welatê me ye û kes nikane biguherîne

Zinarê Xamo: Kurdistan navê welatê me ye û kes nikane biguherîne

PAKê û PSKê do êvarî li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî bi çend dost, heval û piştgirên xwe ra şevbêrkek xweş çêkirin.Hevalên herdu partiyan bi kurtî qala netîceyên hilbijartinên 31ê adarê û doza girtina PAKê û PSKê kirin. Di vî warî da agahdarî dan kesên

A+A-

PAKê û PSKê do êvarî li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî bi çend dost, heval û piştgirên xwe ra şevbêrkek xweş çêkirin.

Hevalên herdu partiyan bi kurtî qala netîceyên hilbijartinên 31ê adarê û doza girtina PAKê û PSKê kirin. Di vî warî da agahdarî dan kesên beşdar.


Wek tê zanîn ji bo ku di navê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSKê(Partiya Sosyalîsta Kurdistanê)da gotina Kurdistanê heye, Serdozgerê Mahkima Bilind dixwaze PAK, PSK û du partiyên din werin girtin. 

PAKê parastina xwe him bi kurdî û him jî bi tirkî teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kiriye. 

Dadgeha Qanûna Bingehîn di rojên pêş da ewê biryarê bide; ya ewê daxwaza serdozger ya girtina partiyên bi navê ”Kurdistanê” qebûl bike, ya jî ewê red bike. Bi îhtîmaleke mezin  Dadgeha Qanûna Bingehîn ewê biryara girtinê bide.

Çimkî îktîdara siyasî wer dixwaze. 

Lê ev yek li wir naqede, hin merheleyên wê yên Dadgeha Mafên Mirovan û navnetewî jî hene.

Serdeozger di îdîanemaya xwe da dibêje him tiştekî, dereke bi navê Kurdistanê tuneye û him jî qalkirina navê Kurdistanê tê maneya perçekirina Tirkiyê. 

Dozgerê tirk dibêje, PAK di destûra xwe da qala kurd û Kurdistanê û çarenûsiya miletê kurd dike, ji bo kurdan perwerdehiya bi kurdî dixwaze. Ev jî tê maneya PAK dixwaze Tirkiyê perçe bike.

Li gorî dozgerê tirk, navê PAKê û ji bo kurdan daxwazên wê yên siyasî û kulturî li dijî Qanû Bingehîn ya Tirkiyê ye û lema jî dibê PAK were girtin.

PAKê jî du parastin kirine, yek huqûqî û yek jî siyasî.

PAKê di parastinên xwe da gotiye,

”Em navê xwe jî, bernameya xwe jî naguherînin. Heger pêwîstîya guherînekê hebe ew jî guherîna  Qanûna Bingehîn a Tirkîyê û qanûnên peywendîdar yên din in. Hebûn û navê miletê kurd û Kurdistanê, daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, parastina mafê çarenûsîya miletê kurd hemû meşrû ne. Herweha him li gorî hiqûqa navnetewî û him jî li gorî madeya 90î ya  Qanûna Bingehîn a Tirkîyê jî, PAK bi bernameya xwe û bi vî navê xwe, wek partîyeke yasayî  kane xebatên xwe bimeşîne.”

Ev şêla PAKê û parastina wê sedîsed rast e û dibê hemû kurd û partiyên kurd destegê bidin PAKê û hersê partiyên din yên doza girtina wan tê kirin.

Hebûna miletê kurd û Kurdistanê rastiyeke tarîxî, coxrafî û sosyolojîk e, tu kes, tu mahkime nikane vê rastiyê, vê heqîqetê ji ortê rake. 

Bi înkarkirina vê rasiyê, bi girtina partiyan ne miletê kurd û ne jî Kurdistan tune dibe. 

Navê PAKê meşrû ye û heqekî rewa ye, yê ne meşrû û neheq qanûnên Tirkiyê ne, wek Mistefa Ozçelîk jî gotiye, ne PAK, dibê Tirkiye qanûnên xwe biguherîne û heqîqeta Kurdistanê û miletê kurd qebûl bike.

Em kurd miletek in û welatê me jî Kurdistanê ne.

Em dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin. 

Ev daxwazeke rewa ye, dibê Tirkiye qebûl bike.

Bi doza girtina PAKê, PSKê û herdu partiyên din Tirkiye hebûna welatê me înkar dike, dixwaze bi vê riyê navê Kurdistanê îllegal bike. 

Ev destpêka helandina me ye, hedefa dewletê, berê Kurdistanê û dû ra jî kurdan daqultîne, ji ortê rake.

Dibê em wek milet li dijî vê plana Tirkiyê bêdeng nemînin û bi hemû hêza xwe micadelê bidin.

Hebûna miletê kurd çiqasî meşrû û rastiyek e, PAK jî û PSK jî û partiyên din jî hewqasî meşrû ne. 

Kurdistan heye û navê welatê me ye. 

Yê ne meşrû qanûn Tirkiyê ne, ew ne li gorî rastiya welatê me ne. 

Lema jî dibê PAK û partiyên din bi parastinên xwe van qanûnên ne meşrû mahkûm bikin. 

Bi vê dozê di ware huqûqî û siyasî da ev îmkan ji me kurdan ra çê bûye. Loma jî yên werin mahkimekirin ne PAK û partiyên din in, Tirkiye ye, qanûnên Tirkiyê yên ne meşrû ne.

Mimkûn e Dadgeha Qanûna Bingehîn PAKê û prtiyên din bigre, lê dibê em kurd vê biryarê qebûl nekin û di waraê huqûqî, siyasî û legal da çi ji destê me tê bikin.

Bi vê dozê ji me kurdan ra îmkanek mahkûmkirina Tirkiyê peyda bûye, dibê em doza girtina PAKê, PSKê û partiyên din him li Tirkiyê û him jî li Ewrûpayê û li seranserê dinyayê bi her kesî bidin fêmkirin.

Di vê prosesê da diaspora kurd dibê tu carî van partiyên daxwaza girtina wan tê kirin bi tenê nehêlin, madî û manewî her piştgiriyê bide wan.

Girtina PAKê, yasaxkirina navê Kurdistanê înkara miletê kurd e. Lema jî ev ne meseleya PAKê tenê ye, mesela her kurdî ye, dijmin navê welatê me li me yasax dike, gerek em viya qebûl nekin û vê zorbatiya Tirkiyê mahkûm bikin.

Dibê em PAKê di micadela wê ya li hemberî qanûn Titkiyê yên ne meşrû da bi tenê nehêlin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin