Zimanê Serdema Modern û 'Biwarkirina Wateyê'

Zimanê Serdema Modern û 'Biwarkirina Wateyê'

.

A+A-

Dilawer Zeraq

Pêwîst e xwendeyên kurd, yên ku bi hemû aliyan ve haya wan ji ziman heye, li dor lihevkirineke gelemperî, bên ba hev û gramereke dîtir ya wateyî ya ji bo kur(d)manciyê ava bikin.

Sedem û jêderkên hebûna kurdan ya li bakur, ji alî serdestê mêjok ve, her tim li kurdan hatiye arîşedarkirin. Ji kan û jêderkên çandî bigire heta bi kirasliberkirinê, ji mirovbûnê bigire heta bi nîşaneyên hebûnê, ji behredariya afirîneriyê bigire heta bi zengîniya zimanî. Vî awayê arîşedarkirinê nehêlaye ku kurd di qonaxa herî kafirkanî ya modernîzmê de, xweşikî hay ji xwe hebin û karibin xwe pênase û watedar bikin.

Li bakur, zengîniya zimanê kurdan bûye peşk ketiye paşila wan. Zengîniya zimanî, di hemû warên jiyana kurdan de ciyekî xweş û pihêt daye xwe û hem di warê hejmarên hêmanên zimanî hem jî di warê wate(darî)yê de warekî hewanê bo xwe çêkiriye û heta demekê jî têrî xwe û dinyayê kiriye. 

Lê belê, zengîniya ku dur û almastên xwe ji kan û jêderkên xwe çêkiriye, hê jî ji alî xwediyên xwe ve xweşikî nehatiye pênasekirin û nehatiye ''biwarkirin.'' 

Pênasekirin; hêzeke derbar xwe (about yourself) ye û ji bo temambûna çalakiya heyîkirinê hêz û şiyana herî girîng e.

Digel vê, pênasekirin pêngava pêşî ya avakirin, afirandin û çalakkirina wateyê ye ku pê çarçoveya peyvekê û têgihekê xurttir û bi bandor dibe. Di vê demajoya xurttirbûnê de, bi her carê bikaranîn û çalaktirkirinê re, ezmûneke me ya der barê wateyê de çêdibe û wate, di demajoya vê ezmûnê de, me jî dixe nav hewana xwe û çalak dike; bi çalakbûna me re, rengûawayekî (quality) û karaktereke xuyayî jî ji bo wateyê peyde dibe.  

Angaşt ev e: Zimanê kurdî (bi taybetî kurmancî), li bakur, heta demekê têrî xwe kiriye. 

Pirs li rû ye; heta çi-kîjan demê? Bersiv li dû ye; heta wê dema ku modernîzmê hê bi tevî têgih(dar)î û wate(dar)î ya xwe, bandoreke zêde li jiyana kurdan nekiriye û kurdî; bi awayê jiyan, danûstendin û pêwendîdanîna kurdan ve, maye wekî xwe; maye wekî zimanekî ku têgihên wî zêdetir li ser xweza, çandinî, bîrûbaweriyên dînî û li ser ramanweriya berê ye. 

Piştî destpêkirina serdema modern, kurdî li pêşberî kartêk û hêza guherandinê ya modernîzmê, li xwe û li zengîniya xwe ya rengzerya dimîne heyirî. 

Helbet ev lixweheyirîn ne ji ber destkurtî û tunebûnê ye; lê ji ber kêmfersendî ye ku ji ber berbendkirina bi hişkî ya serdestiya mêtinger çêbûye. Loma jî, kurdî nekariye xwe li pêşketinên têgihî û wateyî yên modernîzmê bîne.

Wekî dongiya berbendkirinên serdestîya mêtinger, zengîniya kurdî, ji navgîn, amraz, dem û qonaxên ku zimanê serdema modern saz dikin, bêpar maye û heta roja îro jî nekariye xweşikî xwe li demê bîne û di warê têgih û derbiranên ji zimanê serdema modern de, xweşikî xwe heyî bike.

Zimanê serdema modern; piştî gelek pêwîstî û bivênevêtiyan, bi tevî jihevveçirandin, jihevverestin, lihevanîn û lihevbanandina peyvên ji ''zimanê çandî'' ava dibe û piştî ku taybetiyên zimanê çandî, yên wekî mecaz, metafor û wateya pêreyî tên pevgihandin û tên pevxistin, zimanê serdema modern yê têgihî tê pê. 

Di vê qonaxê de, ji bo me û ji bo zengîniya kurdî pirsa sereke ev e; Hemin ku serdestê mêtinger, kirinên xwe yên kafirkanî, yên wekî tunehesibandin, berbendkirin, kêmxistin û bêwarhiştinê li kurdî qewimandine, gelo çi ji me re dimîne ji bo ku em karibin van kirinan binîbirî bikin û ji zimanê xwe re qonax û serdemeke nûtir ava bikin? 

Li ba min, bersiva vê pirsê ev e; pêwîst e xwendeyên kurd, yên ku bi hemû aliyan ve haya wan ji ziman heye, li dor lihevkirineke gelemperî, wekî pirs, nivîs, belavkirin û parvekirinên dîtin û fikiran, (ne bi awayekî fizîkî be jî) bên ba hev û gramereke dîtir ya wateyî ya ji bo kur(d)manciyê ava bikin.

Gramera ez dixim behsê, gramera wateyî ye; bi tevayî ji wateyên piralî yên zimanê çandî pêk tê û ne wekî gramera zimanî li kar dikeve. Gramera wateyî, bi hokarên (faktorên) nepêdandî (ne sabît) pêk tê ku her yek hokarek, -yanî her yek ji wateya esasî, ya mecazî, ya metaforîk, ya pêreyî- dikare di heman demê de li gelek beş û şûnan li kar bikeve û her yek hokarek, xweyî behreyeke wisa ye ku gava hewce bike dikare di nav hêmaneke pirbeş û pirendam de jî cî bigire.  

Ji bo vê yekê, feraseteke berfireh, pirsker, şêwirker, lihevker, û ''jiegoazakirî'' divê. Gava feraseteke wisa peyde û ava bû, hingê dor tê ser binavkirina rêbazê. 

Li ba min, navê vê rêbazê ''biwarkirina wateyê'' ye.

Baş e, ger em di ser vî navî re û li ser vê rêçikê bidin ser rê, gelo em ê vê rêbazê bi çi şêweyî pêk bînin?

Tevî ku ez piştevan im ev yek ji alî kesên hayjizimanheyî ve were gengeşîkirin jî, wekî dîtina pêşî dikarim bêjim; ji bo avakirina têgihên ji zimanê modern, serê pêşîn wateyên ku di peyvên zimanê çandî de dihewin bi tekûzî û dorfirehî werin komkirin û zanîn. Piştî vê yekê, wê demajoya praxis û çalakiyeke ''biwarkirina wateyê'', yanî çalakîya jihevxistin, bihevxistin, lihevbanandin û (ve)avakirina wateyê dest pê bike. Di vê çalakîya ‘biwarkirina wateyê’ de, rêgeza sereke ev e; divê wateya ku tê şikandin, tê jihevxistin, tê jihevparçekirin û tê berevajîkirin, di heman demê de, wateyeke dîtir ya zimanî ava bike da ku karibe xwe li zimanê serdema modern ya têgih(dar)î bîne.

Wekî mînak bêjim;

Ji bo awayên têgiha aboriyê, ya îngilîzî, “afford-affordable (purchasing power-buying power)”, pêwîst e pêşî em li ser peyvên xwe yên wekî “girtin, stendin, kirîn, bidestveanîn”ê hûrgeriyê bikin; pê rê jî berê xwe bidin wateyên wan ên di kurdiya çandî de hewiyayî û ji wan wateyan, navekî-pênaseyeke xwemalî û ya xwe, peyde û saz bikin; û wekî gava paşî jî têgiha ji îngilîzî hatî, bi hemû awayên wê ve di kurmancî de saz bikin û zengîniya kurdî daynin ser sifreya watedariya zimanê xwe. 

Bêguman, bi rê û rêbaza ''biwarkirina wateyê'', wê wateyên heyî hem di xwe de hem jî di nava xwe de bibin çend parçe; wate bi vê parçebûna bo cara pêşî, wê di hewana xwe de pir(jimar)tir bibin û gava her yek parçeyên ji wateyên cuda di peyv û têgiheke nû de gihîştin hev, wê bi hewandina wateyeke -an jî wateyên- nû û dîtir, careke din jî pir(jimar)tir bibin.

Loma jî, rê û rêbaza ''biwarkirina wateyê'' di heman demê de, ''çalakiya pir(jimar)tirkirina wateyê'' ye jî.

Wekî dawî dikarim bêjim; dem ew dem e, hêja ye û heq e ku zimanê kurdî, li bakur jî, bi tevî zengîniya xwe, bigihîje asta zimanê modern ku di avabûn û hewana xwe de têgih(dar)î ye.

Çavkanî: Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin