Şerefxan Cizîrî

Şerefxan Cizîrî

niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ziman Hebûna Me Ye…

A+A-

Nûha mirov dikare çewaleke dîtinên teorîk li ser ziman û çalakiyên ku bi ziman ve girêdayîne bibêje. Wan dîtinana formüle bike, şahîk bike, xweşîk bike. Lê di rewşa me ya pratîk û şênber de ev ji bona miletê Kurd ne pêwistiyeke sereke ye. Gelek zanyarên navnetewî û yên me Kurdan jî ev dîtinên teorîk ji hêla felsefî, lenguistîk, kultur û psîkolojî de baş formule kirine. Xuyaye ku miletê Kurd zêde hayê wî ji giringîya wan dîtinên teorîk qet çênebûye.

Hinek entelektuelên Kurdan ev dîtin û teorî dem dem şopan dine, lê di pratîka sîyaseta Kurdan de ev dîtin nehatine serifandin, nehatine himbêz kirin. Ev dîtin nebûne pirseke sereke di çalakiyên siyasî de. Ji xwe ji ber vê yekê ji asimîlasyon û oto asmîlasyon di civaka Kurdên Bakur de gîhaye asteke bilind. Heke bi vê tempoyê Kurd asimîle bibin, em ê weke milet pêrgî malkambaxiyeke mezin bibin. Wê hebûn û tunebûna miletê Kurd bibe mijareke balkêş di niqaşên dagirkerên welatê me de. Ji xwe li gora wana berê jî Kurd weke milet nîv tunebûn, gava ku ziman û kultur jî ji destê me derket, wê gavê em ê weke Kurdan fatîhayeke li ser Kurdên Bakur bixwînin…

Di vê pêvajoya aktüel de tawana dewletên dagirker gelekî mezin e. Ev têzanîn. Di vir de qet şık tune ye, dûdilî bûn tune ye. Ev alîyeke bûyere ye. Ji xwe peywira dewletên dagirker li hemû deverên dinyayê jî ev e. Lê ma gelo em weke milet, weke tevgerên sîyasî, weke entelektuelên Kurd, weke bazirgan û malbatên Kurd, weke medya Kurdî qet gunehê me di vê pirsgirêkê de tune ye?

Di vê pirsê de divê em hinekî rawestin û xwe dawşînin…

Heke di vê rewşa aktuel de ziman û kultura me di nava siyaset û civaka Kurdan de qels ketibe, ketibe ber sikratê û Kurd weke milet berbi tunebûneke kulturî de diçin, bêşık berpirsên vê yekê siyasetên Kurdan e. Siyasetên Kurdan, heta nûha piralî û kûr nebûne xwediyê siyaseteke zimanî. Partî û rêxistinên me ji ber ku hergav qala rizgar kirina dinyayê, ekolojî, sosyalîzm, kapîtalîzm û emperyalîzmê kirine, ziman û kultura xwe jibîr kirine! An jî bi baldarî nêzikî pirsa ziman û kultura xwe nebûne. Pirsa ziman û kultur heta nûha ji xwe re nekirine pirseke sereke, ew di kesayetiya xwe de ne serifandine, ji xwe re nekirine weke pirseke exlaqî. Helwestên xwe di vê mijarê de tebût nekirine. Weke birîndar û sergêjan tevger kirine. Ziman û kultura Kurdan tenê weke amûrên propagandê bikaranîne, ne weke pirseke man û neman e.

Di pirsa ziman û kultur de heta nûha hevbeşiyeke Kurdî ava nebûye. Divê ev pirsgirek ji hemû Kurdan re baş were zelal kirin. Di pirsa ziman de divê hemû rêxistinên Kurdan bibin yekrêz. Du bendîtî, sê bendîtî û bêhelwestbûn alikariya doza zimanê Kurdî neke.

Mînakên ku dişibin ya Kurdan li dinyayê pir in; ma we heta nûha qet bihistiye ku Felestinîyekî, Baskekî, Tirkekî, Farisekî, Erebekî ku bi zimanê xwe nizanibe bûye parlamenter, şaredar, serokê sazîyan, komelan û rêxistinên siyasî?

Lê di nava siyaseta me Kurdan de yên ku zimanê xwe nizanibin, ew dibin her tişt! Dûra ji em bêşerm qala giringiya ziman û kultura Kurdî dikin! Ev çi dem e ev çî dewran e?

Di rewşa aktüel de Kurdên ku ziman û kultura xwe nas dikin, ji hêla siyasî de marjînal bûne, yên ku guh nadin ziman û kultura xwe bûne xwedi derfet, meqam û bûne navdar. Ma ne diva bû ku ew rewş berovajî bibûya? Şarezahî di pirsa ziman û kultura Kurdi de divabû bibûya taybetmendiyeke sereke ji bona siyasetmedarên Kurdan. Lê tûrikê gelek siyasetmedarên me Kurdan pir caran vala ye. Ne tenê vala ye vingîvala ye!

Bi qasî ku miletê me heta nûha guh dide siyasetmedarekî canbaz, vala û şovmen, heke me weke milet guh dabaya nivîskarekî Kurd, hunermendekî Kurd, helbestvanekî Kurd, derweşeke Kurd, wê rewşa me ne evqasî malkambaxî bana. Dibe ku me Kurdan nasnama xwê weke milet bêtir naskiribana. Mafên xwe yên netewî me baştir naskiribana. Emê bi kedkarê zimanê xwe re xwedî li ziman û kultura xwe baştir derketana, me yê rûmeta xwe ya netewî di her warî de hîna bilindtir kiribana…

Ez baş dizanim ku ziman û kultur bê siyaset jî nabe. Em û gelek mirovên Kurdîperwer jî siyasetmedar in. Û divê mirovên me rêz siyasetê jî re bigire. Ez di vê pirsê de rêxne ne li tevahiya siyasetê dikim. Ez bi baldarî siyaseta şaş rexne dikim! Dîsa ez baş dizanim ku pirsa ziman û kultur bêyî siyaseteke xwedî rêgez, tebût û Kurdewar baş nayê çareserkirin…

Vêca aktorên siyasî divê baş zanibin ku ziman û kultur ji bona mileteke weke Kurdan pirsa man û nemanê ye. Welat weke coğrafya ji xwe ya Kurdan e. Kurd li vê deverê bi girseyi dijîn. Ev tiştekî objektif e. Çiya, çem, newal, guher, dar, teyrik û tilûr ji xwe navê wana bi Kurdî ye. Kurd di vê coğrafya yê de xwediyê ziman û kultura xwe ne jî. Rasta rasta ev coğrafya bi ziman û kultura Kurdî jî dibe ya Kurdan. Li derveyî vê rastiyê jî em dizanin ku hejmareke zêde dewlet û şaristanîyên biyanî hatine Kurdistanê û winda bûne. Nûha navê wana jî nema têbîra kesî. Yên ku di cihê xwe de mane Kurd in, miletê Kurd e, ziman û kultura Kurda ye.

Gava ku ziman û kultur ji destê me çû, wê bi wextê re welat ji bi heman oxirê de here.

Ji ber van sedemên berbiçav divê em bêhicet, bêçeloxwarî bûn, bêdîtinên rêzber, bêyî firdikên postmodernîzmê Kurd bibin netew ji bona xwe. Ango xwedî li hebûna xwe ya netewî derkevin. Di vê pêvajoyê de hemû Kurd peywirdar in. Ez dubara dikim; hemû Kurd! Hemû Kurd divê li vê pêvajoya Kurdîbûnê xwedî derkevin. Hemû Kurd divê vê pêvajoya Kurdîbûnê di ser berjewendiyên xwe yên rêxistinî re bigirin. Helwesta me divê netewî be, ne tenê berjewendiyên rêxistina me be.

Heke em Kurd bi hevdû re gîhan vê konaxê, wê fereca rizgarbûnê li ziman, kultur û sîyaseta me jî zû hilê…

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin