Zarokên xwe hînî kurdî bikin

Zarokên xwe hînî kurdî bikin

Divê mirov bi zarokên xwe kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdarkirin û hezkirina xwe bo zimanê xwe û çanda xwe wergerîne ser zarokên xwe ango ser nifşên nû.

A+A-

Rizoyê Xerzî

Divê hemû dayik û bavên kurd bi zarokên xwe re tenê bi kurdî bipeyvin. Li derve dikarin bi zimanekî din bipeyivin lê mirov dikarin biryar bidin ku di nav mala xwe de tenê bi kurdî biaxivin û mirov ji wan re bêje heke tu bi zimanekî din bi min re biaxivî ez bersiv nadim

Mêvanê me yê vê hejmarê jî dîsa zimannasekî hêja ye ku herçî fehmberî xwe bûye, meraqa wî çûye ser hînbûna zimanan û ji bilî kurmancî û soranî ew bi derdora çil zimanên cuda yên Rojhilata Navîn û deverên cuda yên cîhanê dizane. Me xwest ji bo xwendevanên xwe vê hevpeyvînê bi rêzdar Michael L. Chyet re bikin. Kerem bikin em bi hev re bala xwe bidin bersiv û şîretên zimannasekî.

Di nav de du zaravayên zimanê kurdî hem kurmancî hem soranî, tu bi gelek zimanan baş dizanî, ev meraq an jî hezkirina zimanan ji ku peyda bû?

Dema ez 5-6 salî bûm dayik û bavê min ez şandim xwendegeheke taybet ji bo hînbûna zimanê ibranî. Wiha ez nîvê rojê zimanê ibranî nîvê rojê jî zimanê îngilîzî hîn dibûm. Min şeş salan li wê xwendegehê xwend. Piştî ku ez derbasî dibistaneke navendî bûm û min latînî xwend, ez mecbûr bûm hînî latînî bibim û gelek hêsan bû bo min. Her wiha wê salê min dest pê kir hînî çend zimanên din jî bibim wek almanî, fransî û spanî, rûsî û yidîş ango zimanê cihûyên rojhilatê Ewropayê. Zimanê bapîrên min e. Sala piştî wê gava ez 13 salî bûm em çûn 8 mehan li Israîlê jîyan û berî ku em biçin bavê min ji min re got tu ji zimanan hez dikî û li Israîlê ji bilî ibranî zimanê erebî jî heye tu dikarî hînî wî jî bibî. Piştî wê min dest pê kir ku hînî zimanê erebî bibim û ew yek bû destpêka meraqa min ji bo hînbûna zimanên Rojhilata Navîn.

Wekî tê zanîn tu bi gelek zimanan dizanî, hin çavkanî dibêjin 30 hin jî dibêjin nêzî 40 zimanan baş dizanî. Bi rastî tu bi çend zimanan baş dizanî?

Bê henk jî ez naxwazim zimanan bijmêrim ji bo ku ez xwe netirsînim lê di rastîyê de ez texmîn dikim ku min heta niha nêzîkî çil ziman xwendine. Lê ez bi hemîyan baş nizanim. Ez 10-12 ji wan baş diaxivim. Zimanên Rojhilata Navîn wek erebî, ibranî, tirkî, farisî, fransî, almanî, spanî, yidîş, rûsî, holandî û kurmancî, soranî (li vir ez dibêjim heke em karibin kurmancî û soranî wekî du zimanên cuda bijmêrin ew jî teşqeleyeke din e lê xwezî hemû teşqeleyên me wekî vê yekê bûna). Ez gelek hez ji zimanên Belkanan jî dikim wek bulgarî, sirbî, makedonî, korwatî, elbanî, hingarî, îtalî, yûnanî (ya kevin û ya nû) û hinekî polonî û swêdî. Lê nikarim ku bêjim ez wan baş dizanim. Ez hinekî bi zimanên din ên afrîkî dizanim ji bilî erebî ez amharî zimanê Etyubyayê û hinekî siwahilî jî dizanim û piçekî hewsayî jî lê min ew ziman ji bîr kirîye ji ber ku ji zû de ez pê napeyvim. Ji zimanên Amerîkayê (zimanên sorpêstan) divê em vê gotinê bi kar neynin ji ber ku ne bi dilê wan e lê mebesta min xelkên resen ên Amerîkayê ango hindîyên sor an jî hindîyên Amerîkayê tenê zimanê çerokî min xwendîye û ji zû de min bi kar neanîye û behra bêtir min ew ji bîr kirîye.

Berî niha jî hin ferhengên îngilîzî-kurdî hatine çapkirin, gelo çi cudahîya vê ferhenga te ji yên berîya xwe heye?

Ferhenga Birûskî çapa duyem a ferhenga min bi xwe ye, ew gelekî berfirehtir e û şaşîyên di çapa yekem de hatine sererastkirin. Ew ji sê bergan pêk tê yekem û duyem kurmancî-îngilîzî ne û ya sêyem îngilîzî–kurmancî ye lê di rastîyê de ew fehrest e û gelekî kurtir e, ji ber ku ez li ser zimanê kurdî dixebitim ne yê îngilîzî. Berga sêyem neynikek e ango ya ku di her du cildên din de heye wekî neynika wan peyvan e. Ew mirovî vedigerîne her du cildên pêşî. Ez hewl didim bo hemû peyvan rastnivîsa wan a bi latînî û bi erebî li ber hev deynim û eger navdêr be zayenda wê gotinê ka nêr e an mê ye û teşeyên tewangê û izafeyê. Wek mînak: Şivan (nêr) şivanê me; şivên, vî şivanî. Hemû ew teşeyên peyva şivan an şivanî tê de hene. Piştî hingê çend hevokên nimûneyî yên bikaranîna wê peyvê û heke hevwateya wê hebe ez wan jî berdest dikim û piştî hingî etîmolojî ango dîroka peyvê eger peyveke kevnar a zimanên îranî be ez beramberî wê ya farisî û ya avestayî û reha wê ya hindo-ewropî didim û eger bi soranî, zazakî û kelhorî hebin ez wan tevan dixim navê. Eger gelek şikil û teşeyên wê peyvê hebin mirov dikare li gor wan hemû teşeyan li peyvê bigere. Wek mînak pîvaz heye li hin deveran dibêjin pîzav mirov dikare li gorî pîzavê jî li gotinê bigere lê dîsa jî ew gotin dê te vegerîne ser pîvazê. Birûsk Dogan hevalekî min bû. Ew ne tenê heval lê destbirayê min bû ku berî 2-3 salan çû ber dilovanîya xwedê. Ew hîna gelekî cihêl bû, ew 47 salî bû. Min xwest ku bîranîna ebedî ya wî destbirakê xwe bikim û wiha min biryar da ku navê wî li ferhengê bikim û wiha navê ferhenga min bû ferhenga Birûskî.

Wekî zimannasekî gelo dê bersiva we çi be ji bo kesên ku dibêjin zimanê kurdî gelekî qels e û ji çend gotinan pêk tê û rista zimanê kurdî di nav zimanên Rojhilata Navîn de çi ye?

Di rastîyê de ez dudil im gelo tiştên wiha bêmane divê em bersiva wan bidin an jî em gotinên wan bavêjin pişt guhê xwe. Bêguman zimanê kurdî zimanekî gelekî dewlemend e. Çapa yekem a ferhenga min zêdetir ji 890 rûpelan pêk hat. Ya duyem ji sê bergan pêk tê. Ne hewce ye ku em wan îqna bikin ew naxwazin bawer bikin ku zimanê kurdî zimanekî rasteqîne ye. Kêfa wan e lê di rastîyê de zimanê kurdî eger em zimanê hindo-ewropî wekî darekê bifikirin gelek şaxên wê hebin zimanê hindo-arî şaxeke ji wê darê ye; farisî, kurdî, zazakî û goranî ew jî zimanên kurdistanî ne û zimanê sansikrîtî û zimanên (keç) yên ku jê hatine wek ordu, hindî, nepalî, huncabî û maratî, koçeratî û hinek din jî hene. Lê ez çima dibêjim kurdî û zazakî ji hev cuda ne ji ber ku bi min kurmancî dibe soranî ango gava mirov ber bi başûr û ber bi rojhilat ve diçe kurmancî dibe soranî. Li Akirê, li Behdînanê wek dibêjin li başûrê Kurdistanê gava mirov ji wir derbasî herêma soran dibe Rawandûz tixûbê di navbera soranî û kurmancî de ye. Her wiha soranî ku kurdîya naverastî ye li Mukreyan û Hewlêrê heye û Senendec piştî wê mirov derbasî tixûbê kelhorî dibe (Kirmanşan, Dînawer û wan deveran) yanî hêdî hêdî kurmancî dibe soranî û hêdî hêdî soranî dibe kelhorî.

Gelek kurd hene bi kurdî nizanin û dibêjin em êdî nema dikarin kurdî hîn bibin, gelo hînbûna zimanekî ewqasî zor e, tu ji bo wan kesan çi dibêjî û di hebûn û domdarîya cîvakan de rista ziman çi ye?

Rast e ji dewletê mirov nikare bixwaze ku destûrê bide perwerdeya bi kurdî, ez qebûl nakim lê mirov nikare wan ji cî bilivîne an jî vê yekê ferz bike. Lê çareserîya min ji bo wê yekê ev e; bi rîya radyo, televizyon û înternetê mirov dikare kursên rojane bo zarokên kurdan çêbike. Lê di rastîyê de di pêş de divê em qadroyek mamosteyan perwerde bikin ku sîstemeke standart bê afirandin û ku hemî mamoste li gor wê bên perwerdekirin. Bi qasî ez dizanim gavên wiha li Rojava hatin avêtin divê em wan wekî bingeh bi kar bînin û berfireh bikin. Bi dîtina min ji bo perwerdekirina zarokên kurdan divê ku zarok bi her du zaravayan kurmancî û soranî perwerdeyê bibînin.

Her sal gelek ziman wenda dibin û di vê demê de ku metirsîyek ji bo kurdî jî heye, gelo li gorî te li bakur divê kurd zimanê xwe çawa biparêzin?

Bersiva min bo vê pirsê gelekî sade ye. Divê hemû dayik û bavên kurd bi zarokên xwe re tenê bi kurdî bipeyvin. Li derve dikarin bi zimanekî din bipeyvin lê mirov dikarin biryar bidin ku di nav mala xwe de tenê bi kurdî biaxivin û mirov ji zarokên xwe re bêje heke tu bi zimanekî din bi min re biaxivî ez bersiv nadim te. Mirov dikare sîstema bavêtîyê ji bo tiştên baş jî bi kar bîne. Gotina bavê min wisa ye û ez newêrim jê derkevim û divê ez bêdilya wî nekim. Divê mirov bi zarokên xwe kurdî bide xwendin û stranên xwe bide guhdarkirin û hezkirina xwe bo zimanê xwe û çanda xwe wergerîne ser zarokên xwe ango ser nifşên nû. Heke kurd wiha nekin dibe ku zimanê kurdî piştî 20-30 salên din ji holê rabe. Hinek kes jî dibêjin kurd zehf in û metirsîyek wiha tune ye heke ez wisa nekim jî wê gelek kesên din wisa bikin ev yek şaş e. Divê her yek ji alî xwe ve wisa bike û li hêvîya kesekî/e din nemîne. Heke her yek li benda keseke/î din bimîne dê zimanê kurdî ji holê rabe û ew yek dê gunehê kurdan bi xwe be ne gunehê dewletên desthilatdar be.

Michael L. Chyetkî ye?

Zimannas Michael L. Chyet di sala 1957’an li Cincinnati, Ohio ya Amerîkayê hatîye dinyayê. Li gel gelek zimanên ewropî ew bi zimanê erebî, ibranî, tirkî, farisî, kurmancî û soranî jî baş dizane. Berîya demekê ferhenga wî ya kurmancî-îngilîzî ji alîyê weşanxaneya Yale Univesity Press ve li Amerîkayê hatîye çapkirin. Di ferhengê de peyvên kurdî bi tîpên latînî û erebî hatine nivîsandin. Demekê wekî berpirsê beşa kurdî ya Radyoya Dengê Amerîkayê xebitîye. Her wiha wekî profesorekî cihê xwe di nav xebatên zanîngeha Washingtonê û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de girtîye. Li pirtûkxaneya Kongreya Amerîkî li Washingtonê kar dike.

Xwebûn

 

Ev nûçe 727 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin