Zarokekî Efrînê li ser sînorê Tirkîyê hat kuştin

Zarokekî Efrînê li ser sînorê Tirkîyê hat kuştin

Zarokekî Efrînî dema hewl dida bi qaçaxî sînorê Tirkîyê derbas bike, ji alîyê serbazên Tirkîyê ve hate kuştin.

A+A-

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, zarokê Efrînî yê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo dema ligel hejmarek kes hewl dida bi qaçaxî derbasî nava xaka Tirkîyê bibe, li ser sînor ji alîyê serbazên Tirkîyê ve teqe lê hate kirin û hate kuştin.

Wê rêxistinê dîyar kir jî, termê wî zarokî bo nexweşxaneya bajarê Kîlisê hat veguhastin û heta niha ji bo malbata wî nehatîye radestkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn, Xelîl Nihad 14 salî ye û ji gundên Vêrganê yê navçeya Şera ye û li nêzîkî gundê Îkîdamê dixwast derbasî nava xaka Tirkîyê bibe.

 

ciwan-amed-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin